Di sala 2017’an de 2006 karkerî jiyana xwe ji dest da: Çareserî têkoşîna yekbûyî ye

  • 09:54 6 Çile 2018
  • Ked/Aborî
Zulal Koçer
 
STENBOL - Li gorî daneyên meclîsa ÎSÎG’ê di 2017’an de 2006 hezar karker di encama kuştinên kar de jiyana xwe ji dest dane. Ji Meclîsa ÎSÎG’ê Asli Odman diyar kir ku ji sedî 10’ê karkerên jiyana xwe ji dest dane jin in û ev hejmar jî tenê aliyê tê dîtin e û wiha got: “Pirsgirêk yeke, ji ber vê divê çareserî jî yek be. Tevgera Kurd, tevgera kedê, tevgera jinê, tevgera bajêr divê ligel hev bin.”
 
Li gorî daneyên Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karker (ÎSÎG) di 2017’an de 2006 karker di encama kuştinên kar de jiyana xwe ji dest dane. Xebata bêewle bi feraseta ‘di fitrata kar de heye’  bi sedan mirinan rewa dike. Ya li karkeran tê rewakirin jî ‘kadroya bi şerta ezmûnê’ ya bi KHK’ê hat derxistin e. Bi vê pêkanînê mafê karkeran ên hatine qezenckirin jî ji dest tên girtin. Endama Meclîsa ÎSÎG’ê Asli Odman diyar kir ku divê li şûna ‘qezaya kar’  têgeha ‘kuştinên kar’ bê bikaranîn û wiha got: “Em jê re dibêjin kuştinên kar. Melîsa ÎSÎG’ê di hemû qezayên derbasî qedan kiriye de dibîne ku di kar de ev qeza bên dîtin. Em nexweşiyên pîşeyê jî nakin nav vê.”
 
‘Berpirs dewlet e’
 
Asliyê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku yek ji berpirsên kuştinên kar dewlet e û ji ber kar kêm dibe tedbîrên li pêş mirinên kar nayên girtin û ji ber vê em nabêjin qeza dibêjin kuştinên kar.
 
Asliyê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Li gorî daneyên ÎSÎG’ê bi dest xistine di 2017’an de 2006 karkerî jiyana xwe ji dest dane. Ev tenê aliyê tê dîtinê ye. Me ji ser çapemeniyê, malbatên karkeran yên li edeletê digerin xwe gîhandin van daneyan. Dema nexweşiyên pîşeyî jî tevlî bibe, gelek kuştinên kar ên derbasî qeydan nebûne hene. Bi vî awayî ev rêje derdikeve 5-6 katî.”
 
‘Serkeftina dewletê ye!’
 
Asliyê destnîşan kir ku rojê 20-30 kes ji ber şert û mercên xebatê ji ber sedemên tên dîtin dimrin û ev jî wek pirsgirêka ewlehiya cemawerî nayê dîtin, wê demê ev serkeftina dewletê ye û helwesta dewletê ya li dijî kuştinên kar rexne kir.
 
Her wiha Asliyê bal kişand ser nexweşiyên pîşeyî yên derbasî qeydan nabin û got zehmet e nexweşiyên pîşeyî derbasî qeydan bibin û got divê ji bo vê têkoşîn bê dayîn. Asliyê bandora OHAL’ê ya li ser jiyana xebatê jî nirxand û ev tişt anî ziman: “Beriya OHAL’ê jî şert û mercên kar ne baş bû. Di dema OHAL’ê de karker bi saetan hatin xebitandin û kêm destûr bi kar anîn. Otorîterbûn di kargeriyan de dest pê dike.”
 
Rewşa karkerên penaber xerabtir e...
 
Asliyê di berdewamiyê de bi lêv kir ku rewşa karkerên penaber xerabtir e û di şert û mercên bê ewle, xerab û erzan de tên xebitandin. Asliyê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku di 2017’an de ji karkerên jiyana xwe ji dest dane ji sedî 10 jin in û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pirsgirêk yek e, ji ber vê divê çareserî jî yek be. Tevgera Kurd, tevgera kedê, tevgera jinê, tevgera bajar divê ligel hev bin.”