‘Aboriya xwe bixwe ava bikin’

  • 10:25 1 Çile 2018
  • Ked/Aborî
ŞIRNEX-Hediye Gencer ya li Cizîrê  li bazarê hingivê li gund amade dike difroşe wih agot: “Keda we ya li malê nayê dîtin, tine nekin. Tiştên ku we kêfxweş dike bikin.” 
 
Jina bi navê Hediye Gençer li bazara Kolana Dortyol a Cizîrê berhemên xwê yên ji gund tîne difroşe. Hediyeyê diyar kir ku ev 8 mehe li bazarê hingiv difroşe. Hediye wiha dibêje: “Li gund kewarên me hene. Em kewarên xwe her tim kontrol dikin. diparêzin. Ez û zarokên xwe li wan dinêrin. Em şekir didinê. Em havînan dibin zozanan. Ji bo hingivê baş çêbikin. Di vê demsalê de jî em ji wan digirin. karekî zehmet e. Lê em pê debara xwe dikin. Ti tiştek bi qasî avakirina aboriya xwe xweş tine ye.”
 
‘Zehmet e lê em îdare dikin’
 
Hediyeyê daxuyakirin ku di saetên zû yên sibehê de tê Cizîrê û heta saetên êvarê ji bazarê dernakeve û got: “Em li gund bi jinan re bi awayekî komunal xebatên xwe dikin. Em bi hev re dikevin rê û tên navçeyê. Em dikenin henekan dikin. Ez bi hêza ji jinan digirim roja min baş derbas dibe. Hemû jin tên hilberînên xwe difroşin. Tevî serma û zabiteyê em naçin cihekî.”
 
Hediyeyê bi lêv kir ku piştî aboriya xwe ava kiriye xwe xurt hîs dike û got divê ti car jinek girêdayê mêr nemîne û wiha bang li jinan kir: “Dema jin aboriya xwe qezenc bike xwe zêdetir di ewlehiyê de hîs dikin. keda we ya li malê nayê dîtin, tine nekin tiştên ku pê kêşxweş dibin, bikin.”