Mirov kêfa zarokan bîne xweşe lê….

  • 10:14 31 Kanûn 2017
  • Ked/Aborî
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE- Bi giştî şîrketên taybet an jî sazî ji bo balê bikişînin û zêdetir firotinê bikin, di rojên taybet yên wek sersalê de palyaçoyan tercih dikin.  lê palyaço xebateke bi ewle dixwaze.
 
Jin ji bo jiyana xwe bidomînin di gelek karên cuda de dixebitin. Yek ji van jî karê palyaçotiyê ye û di rojên taybet ên wek sersalê de şîrketên taybet ji bo balê bikişînin û zêde firotinê bikin tên tercihkirin.  Gulnaz Sepetçî ya ji Beşa Xizmetên Kabînê ya Hewayî ya Sivîl mezun bûye ev du mehe bi palyaçotiyê debara xwe dike.
 
‘Hewcedarî bi ken heye’
 
Gulnazê bi lêv kir ku kêfxweşkirina mirovan xweş e û got: “Li Tirkiyeyê jiyana jinan zehmet e. Ji bo min kêfxweşkirina zarokan girîng e. Hewcedariya civakê bi ken jî heye. Bi taybet zarok ji me hez dikin. Hinek ji me ditirsin. Hinek bi me re dansê dikin.”
Gulnazê di dawiya axaftina xwe de behsa şert û mercên xebatê kir û diyar kir ku ew bê ewlehî dixebitin û got ew karekî bi ewle dixwazin.