Zirara OHAL’ê ji gel hetanî pez gihişte herkesî

  • 09:05 30 Kanûn 2017
  • Ked/Aborî
Zeynep Turgut
 
ERDEXAN - Li Tirkiyeyê piştî ku OHAL hat îlankirin û şûnde hemû beşên civakê zarareke mezin dîtin. Herwiha OHAL'ê   tenê li ser gel bandora xwe nekir li ser pez jî bandora neyînî kir û qeyrana aborî her ku diç zêdetir dibe.  Li herema Serhedê ji  welatiyên ku tenê bi xwedîkirina pez debara xwe dikin Mucevher Yildiz diyar kir ku bi îlankirina OHAL'ê re sewalkarî hatiye asta têkçûnê. 
 
Li Tirkiyeyê piştî ku  OHAL hat îlankirin û şûnde bi tu awayî pêşiya qeyrana aborî nayê girtin. Bi taybetî jî li bakurê Kurdistanê ku gelê debara xwe bi sewalkariyê dike, ji pez heta bi xwezayê di bin bandora OHAL’ê ya neyînî de ye. Li Erdexanê jî gel ji ber bihabûna kayê  nikarin sewalan xwe xwedî bikin. Welatiyên ku di demsala zivistanê û havînê de bi xwedîkirina sewalan debara xwe dikirin piştî îlankirina OHAL’ê  ev du sal in ji ber qeyrana aborî nêçar man e. Welatiyan bertek nîşan dan û gotin ku OHAL ‘ê her tişt qetil kir û êdî nema karin ji bo pezê xwe kayê jî bistînin.
 
Debara xwe bi sewalkariyê dike
 
Jina bi navê Mûcevher Yildiz a li taxa Erdexanê ya Ataturkê dijî  ku debara xwe bi xwedîkirina pez dike diyar kir ku di warê xwedîkirina pez de ji ber qeyrana aborî zahmetiyan dikişînin û di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:"Me tu carî mîna van salên dawî zehmetî nekişandibû piştî îlankirina OHAL'ê jiyan gelek zahmet bûye. Hetanî vî temenî me xwedîkirina pez debara xwe kiriye. Bi rastî me tu car bi qasî vê sala dawîn zehmet nekişandi ye. Me berê li gundan pezê xwe xwedî dikir û me bêrîvanî dikir. Lê piştî ku gund hatin valakirin û zozan jî hatin qedexe kirin me bi pezê xwe re koçî bajêr kir. Li bajaran jî xwedîkirina pez hem zehmet e, hem jî mîna gund nîne. Kesên kup ez xwedî dikin,pêwîstê her roj pezê xwe bibin çêrê. Lê li bajar derfetên bi wî awayî tune ne. Berê de me hem hilbirîn dikir hem jî me pez xwedî dikir. Niha pêdivî pê heye ku em yekî ji wan bikîn. Ji ber ku em bajarîn. Dema ku em li gund bûn me havîna pezê xwe diber li zozanan diçêrand û me ji bo zivistanê jî jê re giya kom dikir. Giyayê ku me kom dikir me hişk dikir û çile jî jê re dikir êm.  Lê niha ji ber ku em di bajêr de ne derfeteke me ya wiha tune ye û em mecûr in ku kayê bistînîn. Lê ka jî gelekî buha bûye.  Ji ber qeyrana aborî em nema karin kayê jî bistînin."
 
'Sewlkarî gelek zahmet bûye'
 
Dayîka Mûcevher bi lêv kir ku ew hem pez xwedî dike hem jî bêrîvanê dike û axaftina xwe wiha berdewam kir;” Li gel xwedîkirin pez 20 çêlek û golikên me jî  hene. Bi rastî xwedîkirina pez jî pir zehmet e. Ji ber ku kedeke mezin dixwaze. Di demsala zivistanê de zêdetir zehmet e. Bi şîrê ku ji pez û sewlan didoşin û mastê ku çêdikin difiroşin û debara xwe dikin. Lê ji ber ku êm gelek buhaye êdê xwedîkirina pez gelek zahmet e û em tu fêdeyê jê nabînin. Bi taybetî jî piştî ku OHAL hat îlankirin û virde her tişt zêde buha bûye û em zahmetiyan dikişînin. Ger ku wiha biçe em ê dest ji sewalkariyê û xwedîkirina pez berdin. Lê li herêma  me tenê pez tê xwedîkirin ger ku em dest ji vî karî jî berdin em ê çi bikin. Qeyrana aborî herî zêde bandora xwe li ser kurdan dike. Em dixwazin ku dawî li vê qeyrana aborî bê. An na em ê pezê xwe bifiroşin. Em hatine wê astê. Divê demildest pirsgirêka me bê çareserkirin."