Emîne Bozkurt: KHK karkeran raste rast dike bin zextê

  • 09:06 29 Kanûn 2017
  • Ked/Aborî
WAN - Bi KHK’a hejmara 696’an pêkanîna kadroyê ya bi ‘Şerta ezmûnê’  ji bo karkerên taşeron  ket jiyanê  û li dijî vê bertek tên nîşandan. Hevseroka Şaxa DÎSK’ê ya Wanê Emîne Kurt diyar kir ku li Tirkiye ya ku bi mîlyonan karkerên teşeron hene, bi dayîna kadroyê ya ji bo 4 hezar karkerî ev pirsgirêk nayê çarserkirin.
 
Hevseroka Şaxa DÎSK’ê ya Wanê Emîne Bozkurt bertek nîşanî pêkanîna kadroyê ya ‘bi şerta ezmûnê’ ya ji bo karkerên taşeron a bi KHK’ê ket jiyanê, da û derbarê mijarê de nirxandin kir. Emîneyê diyar kir ku bi KHK’a herî dawî hatiye derxistin 60 endamên DÎSK’ê ji kar hatine derxistin û heta niha got heta niha KHK’yên hatine derxistin ne ji bo başiya karkeran e.
 
Emîneyê bi lêv kir ku bi KHK’a dawî ji bo karker derbasî kadroyê bibin şerta ‘ji mafên hatin qezenckirin feragat bikin’ didin pêş û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema karker derbasî kadroyê bibin ji wan tê xwestin ku dest ji hemû mafên xwe berdin. Mafê tezmînatê jî tê de dixwazin ji hemû mafên xwe feragat bikin. Yanî keda bi salan a karkeran tê tunekirin.”
 
‘Rewş gelek xerab e’
 
Emîneyê bal kişand ser şerta ‘ezmûnê’ û wiha pê de çû: “Ev rewş wê her kesî mexdur bike. Ev wisa ezmûnek ne biçûk e. Kesekî paqijiyê dike xwendin û nivîsandina wî tune. An jî rewşek wî ya qanûnî heye nikare di karekî din de bixebite. Bi vê ezmûnê re wê gelek karker ji kar bên derxistin. Navê vê ne ezmûn, lêpirsîna ewlehiyê ye. Li Wanê derbarê endamên xebatkarên fîrmayê de di çarçoveya KHK’a hatiye derxistin de di bin navê formê de belge tên amadekirin. Li Wanê û navçeyên wê ji bo xebatkaran form hatine amadekirin û hejmar 696’an KHK’ê hat zêdekirin. Di paragrafeke metnê de şerta kesê berê dixebite divê têkiliya xwe bibire û maf daxwaz neke cih digire. Di vir de ne mafên kes, raste rast kes tê sekinandin. Bi vê pêkanînê re wê hemû karker ji mafên xwe bêpar bimînin. Ev rewşeke gelek bi êş e.”
 
‘Bê şert û merc kadro’
 
Emîneyê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku li Tirkiyeyê bi mîlyonan karkerên taşeron hene û bi derbaskirina 4 hezar karkerî a ji bo kadroyê pirsgirêkê çareser nake û got ew bê şert û merc kadroyê dixwazin.