Afirîneriya jinê û hezkirina ji xwezayê

  • 09:05 26 Kanûn 2017
  • Ked/Aborî
Ronîda Hacî 
 
TIL TEMIR - Jina 59 salî Xemê Danîl ku bi karê çandiniyê mijûl dibe afirîneriya xwe, hezkirina xwe ya ji xwezayê û keda jinê ya giranbiha wiha rave dike:"Jin û xweza du parçeyên ji hev in. Xweza û jin afirîner in û ji hev hez dikin. Ez jî wekî parçeyek ji xwezayê bi karê çandiniyê mijûl dibim û bextewar dibim."
 
Xemê Danîl 59 salî  û aşûrî ye, bi karê çandiniyê mijûl dibe û li bajarê Tiltemirê yê girêdayî Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê dijî. Xemê Danîl derbarê karê ku dike hestên xwe rave kir û diyar kir ku çandinî beşeke bingehîn a ji bo berdewamiya jiyanê ye û wiha dibêje:" Ji dîroka mirovahiyê heta îro jin bi çandinî û xwezayê mijûl e. Ez jî wekî jineke xwezahez karê çandiniyê dikim ez fêkiyên wekî bexdenûs, kelem, sîr, pîvaz û hwd… diçînim. Dema ku ez fêkiyan diçînim di heman demê de ji xwezayê jî feyzê digirim û bextewar dibim."
 
Xemê diyar kir ku bi keda xwe erdê xwe diçîne û bi vê sayê debara mala xwe jî dike. Her wiha Xemê bextewariya dilê xwe rave kir û wiha berdewam kir:"Mirov dema ku karekî bi destên xwe dike bêtir hilberîner û bextewar dibe. Hilberînerî ji bo civakek azad û aram pêdiviyeke girîng e. Loma gerek hemû jin ji hilberînê hez bikin û hewl bidin ku karê xwe bi destên xwe bikin."
 
'Divê civak li keda jinê xwedî derkeve'
 
Xemê wiha dawî li gotina xwe anî: "Ji ber ku keda jinê bingeha civakek bi hêz saz dike divê civak li keda jinê xwedî derkeve. Kar û xebata ji bo civakek azad û aram pîroz e. Jinê barê vî karê pîroz daye ser milê xwe divê hemû mirov li vê kedê xwedî derkevin bi taybet jî jin bikaribin dengên xwe berz bikin."