Jiyana jinê û keda pîroz...

  • 11:21 22 Kanûn 2017
  • Ked/Aborî
Dîlber Mihemed
 
SERÊKANIYÊ - Li Bajarê Serêkaniyê dayika Xezal Salih tevî temenê xwe yê 60 salî ew bi keda xwe debara mala xwe dike û ji bo siberojeke ronî hêviya xwe qet wenda nake.  
 
Xezal Salih bi hêza keda destên xwe debara xwe dike. Xezalê ji temenê biçûk de dest bi çêkirina karên bi destan kiriye û heta vî temenê xwe yê 60 salî berdewam dike û bi vê yekê debara xwe dike. Li ser piyên xwe û bi keda destên xwe yên pîroz li ser lingan dimîne. Xezalê kazax, gore, şal û hwd... bi destên xwe bi hestên kurdewarî çê dike. 
 
Xezalê derbarê jiyana jinê û keda pîroz de hestên xwe bi awazeke kurdewar tîne ziman û wiha dibêje:" Ez ji destpêka zarokatiya xwe û heta niha bi keda destên xwe têdikoşim ku li ser piyan bimînim. Her dem hatiye xwestin ku jiyan li jinê bê heramkirin lê Jinên Kurd her dem bi hewldana xwe deng vedane."
 
'Ez jiyana xwe bi keda xwe didomînim' 
 
Xezalê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ew jiyana xwe bi keda xwe didomîne û wiha got:" Li cihanê ji bo mirov li ser lingên xwe bisekinin divê debara xwe bikaribe bike. Loma keda destan girîng e. Ji bo ez mecbûrî kesekî din nebim loma min her dem keda destan a pîroz parast."
 
'Divê hemû jin têbikoşin û li ser lingên xwe bisekinin'
 
Xezalê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Divê hemû jin têbikoşin û li ser lingên xwe bisekinin ku mecbûrî kesekî din nebin. Di her qada jiyanê de ked û têkoşîna jinê girîng e."