Jinên esnaf: Ji ber qeyrana aborî ji Colemêrgê koçberî zêde dibe

  • 09:10 21 Kanûn 2017
  • Ked/Aborî
Zeynep Turgut
 
COLEMÊRG-Li Colemêrgê ji ber qeyrana aborî esnaf li ber îflasê ne. Esnafên ku heya êvaran dixebitin û vala diçin malê nêrazîbûn nîşanî neçareserkirina qeyrana aborî dan û gotin ku ji ber qeyrana aborî her roj hin kes koç dikin. 
 
Li Tirkiyeyê piştî  OHAL hat îlankirin şûnde qeyrana  aborî jî her roj mezin dibe. Li Colemêrgê jî ji ber qeyrana  aborî ,heya niha bi hezaran kes koçber bûne û gelek kesî koçî Wanê kiriye. Ji ber ku di warê aborî de pêşketinek tune ye esnafên Colemêrgê ber bi îflasê ve diçin. Jinên esnaf diyar kirin ku ew ber bi îflasê ve diçin û gotin ku ji bo qeyrana aborî çareser bibe pêwîste sîyasetek rast bê meşandin. 
 
'Ji ber zêdebûna dowîz dan û stendin betal bûye'
 
Jina esnaf a bi navê Berna Duran da zanîn ku ew serê sibehê kargeha xwe vedike heya nîvê şevê lê dimîne û got ku ew dîsa jî dest vala diçin malê û wiha berdewam kir;”Li Colemêrgê kar tune ye. Di warê pêşketinê de xebatên bi wî awayî tune ne. Em ne karin firotanê bikin nejî stendinê. Rewşa me esnafan her roj ber bi îflasê ve diçe. Colemêrg ji xwe bajarekî xîzane. Piştî qeyrana aborî rewş xirabtir bû. Her mehê carekê bêgûman 3 malbat koçî Wanê yan jî bajarên din dikin. Qeyrana aborî herî zêde ji bo me esnafan nebaş bû. Ji ber ku firotin tune ye. Ji ber zêdebûna dowîz dan û stendin betal bûye. Ji bo ku qeyrana aborî çareser bibe, pêwîste rê û rêbazên siyasetê bên guherandin. Sedema qeyrana aborî polîtikayên şaş û zêdebûna dowîz e.”
 
‘Ji ber qeyrana aborî  gel koç dike’
 
Jina bi navê Kader Erman jî bi lêv kir ku wan tu car mîna îsal zehmetî nekişandiye û got ku pêwîste gavên girîng bên avêtin û wiha pê de çû;”Ev 5 sal e ez vî karî dikim. Jiyana me bi xebatê derbas bûye. Ez her roj serê sibehê seat di 6’an de dest bi kar dikim. Sala 2015’an karê me baştir bû. Lê îsal em gelek zahmetiyan dikişînin. Car caran em nikarin kirêya dikanên xwe bidin. Lê dîsa jî em her roj tên ser karê xwe. Ji ber ku pêwîst e em bixebitîn. Colemêrg bajerekî biçûk e. Ji kargehên gel zêdetir BİM û A-101 û AVM hene. Vekirina wan jî esnafên biçûk dikuj e. Colemêrg bajarekî xwedî dîrok e. Lê mixabin ji ber ku kar tune ye gel nikare li vir bijî û ji ber qeyrana aborî gel koç dike. Pêwîste ji Colemêrgê re veberhênan bê kirin. Em dixwazîn rewşa qeyrana aborî bê çareserkirin. Gel bi birçîbûnê re rû bi rûye. Pêdivî pê heye ku ev şert û merc bên çareserkirin.”
 
‘Em em her roj difkirin ku îro em ê çi bibin malê’
 
Zûbeyde Tunç jî da zanîn ku ew her roj dest vala diçe malê û daxuyand ku ji qeyrana aborî herî zêde bajarên biçûk zirar dîtin û wiha dirêjî da axiftina xwe;”Ev çend sal e ez dixebitim. Tu salan mîna van salên dawî me zehmetîyeke wiha nekişandibû. Di salên berî de karê me baş bû. Me dikarî kireya dukanên xwe bidana û êvarê ji bo malê pêdiviyên xwe bi cih bianîna. Lê îsal em nikarîn kireya dukanên xwe bidîn. Sala 2015’an min 1.900 TL  kirê dida lê me qet zahmetî nedikişand. Lê niha ne wisa ye. Niha kar tune ye û Kirê jî zêde bûne. Her wiha her cure pêdivî hatine zimkirin û bûhayê wan zêde bûy. Em nikarîn danûstandinê jî bikîn. Em heya êvaran xwarinê çêdikîn lê xwarina me û keda me hemû vala diçe. Ger ku wisa berdewam bike esnaf tev dê îflas bikin.  Em naxwazîn heya êvaran bi fikra em ê îro çi bibîn malê bijîn.”