Jinên di fabrîkaya narenciyeyê de dixebitin heqê keda wan nayê dayîn

  • 09:14 19 Mijdar 2017
  • Ked/Aborî
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE-Jinên di baxçe û fabrîkayên nareciyeyê de dixebitin, ewlehiya tenduristiyê xwestin û gotin: “Yên herî zêde dixebitin em in, lê yên ku heqê keda xwe nagirin jî em in.”
 
Li navçeya Dortyolê ya Hateyê mînîbusa ku karkerên narenciyeyê dibirin, qeza kir  û 2 jê giran 28 karker birîndar bûn. Birîndarên rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dortyolê, 24 heb piştî dermankirinê hatin taburcîkirin. Binpêkirina mafên karkerên demsalî didome. Heta niha gelek karker bi gotina ‘qezaya kar’ di encama cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Jinên di fabrîkaya narenciyê ya taxa Havutlu ya Yuregîr a Edenê de dixebitin diyar kirin ku ew beramberê keda xwe nadigirin.
 
Jinên ji ser axa Kurdistanê hatin koçberkirin û li Edenê bi cih bûn hinek baxçeyên fêkiyan de û hinek jî di fabrîkayan de dixebitin.  Jinên di fabrîkayê de dixebitin xwe li gorî jinên li baxçeyan dixebitin, bi şanstir dibînin.  Sedema vê jî bêguman ne şert û mercên ewlehiya kar û tenduristiyê ye. sedema vê eve ku neçarî ax û tavê nehatine.
 
Zeynep Erer ya di fabrîkayê de herî kêm 10 saetan dixebite wiha dibêje: “Ez ji bo pêşeroja zarokên xwe dixebitim. Qe nebe bila ew wekê me nepelçiqin. Keda jinê li her derê tê binpêkirin. Ji ber kar mil û piyên min diêşin. Li Tirkiyeyê rewşa jinê zehmete. Em li vir kedek mezin didin. Em li malê jî dixebitin. Em ji bo xwe qet demê venaqetînin.”
 
‘Em nexebitin birçî dimînin’
 
Zeynebê daxuyakirin ku ti car ji bo wan zem nayê kirin û wiha pê de : “Salê du caran ji bo her tiştî zem tê.  Lê maeşên me nayên zemkirin. Yên herî zêde dixebitin emin lê ne ewlehiya karê me ne jî ya tenduristiya me heye. Roja em nexebitin em birçî dimînin. Em du rojan dixebitin ancax tupekê dikirin. Em du rojan dixebitin çewalek ard dikirin. Ez çar zarokan didim xwendin. Lêçûna dibistana wan çêdibin. Em birçî dimînin. Ez niha dipirsim, li vî welatî krîz heye an na?”
 
Jina bi navê Fatma Esenê jî diyar kir ku hevjînê wê di girtîgehê de ye û ti hatinek wan ya din tine û wiha pê de çû: “Ez bi du zarokên xwe re dixebitim.  Zarokên min ji ber rewşa aborî nekarî biçin dibistanê.Ger ewlehiya mirovan tinebe jiyan gelek zehmete. Keda jinê ti car nayê dîtin. Em dixwazin beramberê keda me bê dayîn.”
 
Hatun Çakmak jî  bi lêv kir ku ji bo li baxçe nexebite li fabrîkayê dixebite û got ji ber hewcedarê kesî nabe gelek kêfxweşe.