Di rêyên koçberiyê de baxçeyên fêkiyan

  • 09:41 15 Mijdar 2017
  • Ked/Aborî
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Hinekan ji Wanê, hinekan ji Kobanê koçî Edenê kirin û di baxçeyên fêkiyan de dixebitin. Yekane xeyala karkerên çandiniyê yên jin jî ev e ku mafê keda xwe bigirin.
 
Karkerên çandiniyê yên li baxçeyên narenciyê yên Dogankent a Yuregîr a Edeneyê dixebitin, diyar dikin ku keda wan tê mêtîngerkirin û gotin dewlet meaşê karkeran zêde nake lê zemê li av, ceyran û gazê dike. Jinan gotin ewlehiya wan a tenduristiyê tuneye û divê pirsgirêkên karkerên jin bên çareserkirin.
 
Bedena biçûk, barê giran…
 
Zeynep Coşkunê bi lêv kir ku ew mafê keda xwe nagirin û wiha pê de çû: “Di erdhêja Wanê de xaniyê me hilweşiya û em hatin vir. Ez 10 salî bûm wê demê. Lê neçar mam bixebitim. Ez niha 17 salî me. 7 sal in ez vî karî dikim. Min rojên herî zehmet ên jiyana xwe li vir jiya.”
 
Zeyneba ku barê giran ê li bedena wê ya biçûk bar bûye, wiha vedibêje: “Em karkerên çandiniyê bê guman kedek mezin didin. Lê yên herî zêde tên mêtîngerkirin em in. Kes ne me dibîne, ne dengê me dibihîze. Bi taybet keda me jinan zêdetir tê mêtîngerkirin. Em karê xeter dikin. Ez derdikevim ser darê. Tiştek bi min bê wê kî hesab bide. Xeyalê min ê herî mezin xwendine. Ez dixwazim bibim mîmar. Lê ji ber astengiyan min nexwend.”
 
‘Em nikarin pişta xwe rast bikin’
 
Behiye Çolakê jî ji ber polîtîkayên şer ên dewletê ji Wanê koçî Edeneyê kiriye û bi lêv kir ku ew li ser axa xwe aram bûn û wiha got: “Ev 10 sal in em wisa dixebitin. Çawîş li ser me disekinin. Em nikarin serê xwe rakin. Ji bo zarokên xwe bidim xwendin di her şert û mercî de dixebitim. Her sibeh em saet di 03.00’an de radibin û heta 18.00’an dixebitin. Roja me jî 50 TL ye. Em nikarin pakêtek mekarne bigirin. Her roj zem tê ser kirê, av û ceyranê. Em dixwazin mafên me bikevin bin ewlehiya qanûnî.”
 
Ji Rojava  berbi baxçeyên mandalîna…
 
Halîde Cemal jî piştî êrîşa DAÎŞ’ê ji Rojava koçî Tirkiyeyê kiriye. Sê zarokên Halîdeyê hene û destnîşan dike ku Tirkiye welatekî gelek zehmet e, bihaye û beramberê keda xwe nagirin. Halîdeyê anî ziman ku yekane xeyala wê ev e ku vegere warê xwe. 
 
Dîlber Musko ya 18 salî jî ji Kobanê koçî Edeneyê kiriye û bi xeyala welatê xwe li baxçeyê fêkiyan dixebite. Dîlberê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew gelek diwestin û got: “Axa her kesî ji her kesî re pîroz e. Em li vir wek kole dixebitin. Li vir hemû Kurdên koçberkirî hene. Em piştgiriyê didin hev. Lê dîsa jî em dixwazin vegerin axa xwe.”