Kedkarên Malê yên ku ji karsaz mafên xwe xwestin

  • 09:11 13 Mijdar 2017
  • Ked/Aborî
Berîtan Canozer
 
STENBOL - Kedkara malan Arzû Çelebî ya ku bi salane li malekê dixebite û tu ewlehiya wê tune ye, Serî li Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê dide. Arzû ya ku piştî serlêdan kir ji aliyê karsaz Ayhan Sertel ve bi şîdetê re rûbirû ma wiha got: "Bila tu jinên kedkarên malan li dijî vê şîdetê serî netewînin. Em jin hem li mala xwe bi zextan re rûbirû dimînin û hem jî li cihê kar."
 
Hemû jinên kedkarên malan bi neheqiyên wekî mûçeyê kêm, mesaîya zêde, tehdît û zordestiyê re rûbirû dimînin. Wezareta Polîtîkayên Civakî û malatê jî van zextên li ser jinan ji nedîtî ve tê. Arzû Çelebî ya ku 33 sal e kedkariya malan dike û li gelek malan xebitiye ev 7 sal e li heman malê dixebite. Arzu ya ku bi heta niha bi patronê xwe re pirsgirêk nejiya pitî ku li mafê xwe yê ewlehiyê geriya ji aliyê patronê xwe ve bi şîdeta fizîkî re rûbirû ma.
 
Dixwaze bi darê zorê pê kaxizê bide îmzekirin
 
Piştî ku Arzuyê berî bi 2*3 mehan serî li Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malabtê da û alîkarî xwest ji aliyê patronê xwe yê ku ew bi mûçeyê kêm dixebtan ve bi zordestî û zextan re rû birû ma û jê hat xwestin ku bi darê zorê kaxizê îmze bike.
 
'5 Saetan ez rehîn hatim girtin'
 
Arzû tişta di 28'ê îlonê de ji aliyê partonên wê ve hat serê wê wiha vegot: "Gotin ku em dixwazim bi te re biaxivin û min birin odeyekê. Em rûniştin û em axivîn. Ji min re gotin ku em heta demekê nikarin bi te re bixebitin û xwestin ku kaxizê bi min bidin îmzekirin. Di kaxizêde hatibû nivîsandin ku mûçeyê min ê ez distînim ji yê didin min zêde ye, ewlehiya min heye û ez rojê 8 saetan dixebitim. Min jî  got ev ne rast e û min îmze nekir. Patronê min Ayhan got 'dewlet sînsî ye ger ku bizanibe tu bi me re bê ewlehî dixebitî wê ji me re pirsgirêkan derxîne'. Ez ji cihê xwe rabûm û min xest ku ez derkevim. Wê demê patron zordestî li min kir. Ez 5 saetan bi darê zorê di wê malê de hatim girtin û telefon jî ji min girtin."
 
'Çiyê te hebe ez ê ji te bigirim'
 
Arzû diyar kir ku dema wê xwestiye telefona xwe bigire ji milê xwe derb xwariye û ev tişt got: "Ayhan hemû tiştê di telefonê de li kompîtura xwe qeyd kir. Gotin em ê telefona te piştre bidin te.  Min got ez telefonê naxwazim û min xwest ku ez ji malê derkevim. Ayhan ji min re got 'ez ê bêm mala te jî û çiyê te hebe ez ê jî te bigirim' û min tehdît kir. Piştî ku derketim ez çûm min serlêdana sûc kir."
 
'Divê em li mafên xwe xwedî derkevin'
 
Arzû herî dawî bang li jinan kir û wiha  got: "Kedkarên malan ên ku li neheqiyan rast bên bila netirsin û bêdeng nemînin. Ji ber ku em xizanin em ne mecbûrên wan in. Bila tu kedkareke malê li dijî van neheqiyan bêdeng nemîne û li mafên xwe xwedî derkeve."