Ji baxçeyê Hatîceyê nebatên bi şifa…

  • 09:06 7 Mijdar 2017
  • Ked/Aborî

Fîlîz Zeyrek

EDENE - Hatîce Yuksel a 45 salî ku li bajarokê Çîftehan a Ulukişla ya Nîgdeyê dijî, nebatên ji baxçeyên xwe kom dike tîne Edeneyê û difiroşe. Hatîceyê diyar dike ku ew xwe hewcedarî kesî nake û got: “Hemû jin bi hewldanên xwe dikarin li ser piyan bisekinin û hewceyî kesî nebin.
 
Hatîceyê da zanîn ku ji baxçeyên xwe gelek nebatan hişk dike û ji Nîgdeyê tîne Edeneyê û difiroşe. Hatîceyê wiha dibêje: “Em jin gelek bi hêz in. Em jin çi bixwazin em dikarin bikin. Tenê bila em hêza xwe bikar bînin. Min xwe dîtiye nedîtiye ez dixebitim. Ez di her dema jiyana xwe de cotkariyê dikim. Ez havînan nane, çatir, melengîçê hiş dikim û ji bo zivistanê vedişêrim. Ez hilberînên xwe hefteyê sê rojan li Edeneyê difiroşim.”
 
Ji bo jinan bang: Em têbikoşin 
 
Hatîceyê diyar kir ku hemû nebatên wê organîkin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Welatiyên Edeneyê gelek ji van nebatan hez dikin. Ez zû difiroşim. Carna dirêj berdewam dike. Ez nefiroşim jî ne pirsgirêk e. Ji ber emrê nebatan dirêj e, tiştek pê nayê. Ez bang li jinan dikim ku bila têbikoşin. Jin divê ji bo aboriya xwe demildest bikevin nav tevgerê.”