Jin li Serêkaniyê firina xwe ava dikin!

  • 09:02 5 Mijdar 2017
  • Ked/Aborî
SERÊKANIYÊ - Ev demeke dirêj e ku  gelê bajarê Serêkaniyê ji ber ku firinên nan kêm bûn gelek zehmetî  dikişandin. Lê jinan ji bo civaka xwe gaveke nû avêtin û amadekariya vekirina firina nên ber bi dawiyê ve diçe.
 
Koperatîfa Aborî ya jinê ya bi navê "Ezheme"  ji bo bajarê Serêkaniyê biryar da ku firina nên veke. Jin jî bi lez û bez li vê projeyê xwedî derdikevin. Ji ber ku gelê bajêr di warê pêdekirina nên de pirsgirêkan dijîn, dê firina bi navê Mezopotamyayê bê vekirin. Di vê projeyê de  jin cihên xwe digirin.
 
Li ser navê Rêveberiya Meclîsa Aborî ya Bajarê Serêkaniyê Armanc Mihemed diyar kir ku: "Ew dixwazin  bi avakirina vê firinê alîkariya gel bikin. Ji ber ku kêmasiya nên li bajêr pirsgirêkeke pir mezin e û  wiha got: "Me gelek kooperatîf ava kir, ev koperatîf hemû ji bo çareserkirina derfetên aborî û projeyên jiyanî ne."
 
'Pêdiviyên civakê pêdiviyê me ne'
 
Armancê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Li Bajarê Serêkaniyê pirsgirêka herî mezin yek jê pirsgirêka nan e, loma me jî hewl da ku em firinekê vekin û nanê xwe temîn bikin. Ev hem ji bo îstîhdama jinan û hem jî ji bo pêdiviya civakî  fikreke di cihê xwe de ye. Pêdiviyên civakê pêdiviyê me ne."
 
'Jin her serkeftî ne'
 
Armancê anî ziman ku di   'Koperatîfa Ezheme'  ya jinê de gelek projeyên me hene û wiha domand: "Di kooperatîfa Ezheme ya jinê de pênc kes dixebitin. Arşîf û mihasebe hene.  Bi rastî em dixwazin weke  jin tê de bixebitin û li aboriya xwe xwedî derkevin. Ji ber ku jin her serkeftî ne. Ji bo betlana wê jî me roja yekşemê diyar kiriye."
 
Armancê di dawiya axaftina xwe de wiha got:"Armanca vekirina vê firneyê ji bo pêdiviyên civakî ye. Em dixwazin civak her aram û bi aştî bijîn." 
 
'Em ê bi dil û can xebata xwe ya firinê biqedînin'
 
Her wiha Eyno Bişar jî derbarê xebata firinê de wiha axivî:" Em di destpêkê de pênc jin di firnê de dixebitîn û me niha dest bi paqijkirina firinê kiriye û em hêvî dikin ku em ê  di demeke kurt de dest bi çêkirina nên bikin. Em ê bi dil û can xebata xwe ya firinê biqedînin."