Kedkara paqijiyê bû a niha fabrîqaya xwe ava kir

  • 09:15 2 Mijdar 2017
  • Ked/Aborî

Gulîstan Azak

 
MELETÎ - Şehrîban Şahîn a li Meletiyê dijî berê wek kedkara paqijiyê ket sektora tekstîlê û piştre fabrîqaya xwe vekir. Bi fabrîqaya ku vekir serkeftinên mezin bi dest xist. Şehrîbanê got: “Jin bixwaze dikarin her tiştî bikin û divê hemû jin bixwe bawer bin."
 
Şehrîban Şahîn a 38 salî di sala 1992’an de di fabrîkayek tekstîlê de dest bi kar kir û li wir karê paqijiyê û gelek departmanên din de xebitî. Di nava demê de bikaranîna maşîneyan hîn kir û di demek kurt de di sektora tekstîlê de tecrube qezenc kir û heta midûriyeta fabrîkayê çû. Şehrîbanê di 2007’an de atolyeyek tekstîlê ya biçûk vekir û di 2017’an de fabrîqayek mezin vekir.
 
‘Jixwebawerî nîvê serkeftinê ye’
 
Şehrîbanê di 1’în Sanayî Organîze fabrîqa ava kir û niha li cem wê 5 jinên din jî dixebitin.  Şehrîbanê diyar kir ku niha 5 makîneyên wê hene û got wê di demeke kurt de kargeriyê mezin bike. Şehrîbanê wiha berdewam kir:“ Jixwebawerî nîvê serkeftinê ye. Divê mirov bi xwe bawer bin. Jin bixwazin dikarin her tiştî bikin. Ez wek jinekê xwe li her qadê têr dibînim.”