Bi sabunên çêdike çanda hezaran salî dide jiyîn

  • 09:17 28 Cotmeh 2017
  • Ked/Aborî
Şehrîban Aslan
 
ÎZMÎR - Suna Kalayci ya li Seferîhîsarê  sabunên xwezayî yên ji dema Sumeran heta roja me hatiye çêdike, çanda hezaran salî jî dide jiyîn. Suna seranserê salê li ser bana xaniyê xwe ava baranê ya kom dike û bi koza agir saburê çêdike û hilberînên xwezayî çêdike.
 
Suna Kalayci ya li gundê Ulamiş a navçeya Seferîhîsar a Îzmîrê sabunên xwezayî çêdike, mîrateya çandî jî didomîne.  Sunayê mala xwe ji bo hilberîna xwezayî veguhert atolyeyê û bi rêbazên xwezayî  hilberînên xwe çêdike. 
 
‘Bi ava baranê çêdikim’
 
Sunayê  bi ava baranê ya li ser bana wê kom dibe û koza agir sabunan çêdike. Suna wiha berdewam dike: “Ez av û kozê dikim nav hev û didim ser agir. Piştî demekê rûnê zeytûnan dikimê. Heta xwe digire ez li hev dixim. Piştre li benda sarbûna wê dimînim.”
 
‘Aromayên cuda hildiberînim’
 
Sunayê asta çêkirina sabunê wiha berdewam kir: “Piştî sar dibe ji bo aromayê bidimê, şîrê bizinên xwe tevlî dibim û piştre teşeyê didim sabunê.  Ez bi rêbazên kevneşopî çêdikim. Bi aromayên cuda çêdikim. Niha ji bo bi aromayên cuda çêbikim lêkolînan dikim.  Min ji pelê defneyê aroma ava kir.Ez rûnê defneyê jî dîsa bixwe çêdikim. Sabunên min hemû xwezayî ne.  Karekî zehmet e lê dîsa jî dest jê bernadim.”