Jinên Kobanê bi zebeşan debara xwe dikin

  • 09:18 26 Cotmeh 2017
  • Ked/Aborî

Rogistan Hacî

KOBANÊ - Jinên Kantona Kobanê dest bi  berhevkirina zebeşan kirin, da ku bikaribin debara mala xwe bikin. 
 
Jinên gundê Zêrikê yê Rojavayê Kobanê ji bo debara xwe bikin û zarokên xwe xwedî bikin dest bi berhevkirina zebeşan kirin.  Jinên ku ji bo debara mala bikin, zebeşa didin hev hestên xwe yên derbara berhevkirina zebeşan bi ajansa me re parve kirin. 
 
Bi çandiniyê em debara mala xwe dikin
 
Cîhan Mistefa derbarê çandiniya zeviyan de diyar kir ku keda jinan gelekî giranbiha ye û ew ji bo ku keda wan, civakê pêş bixe hewl didin û wiha got:"Em her sal di nava zeviyan de dixebitin. Em her sal penpo, garis, kuncî û zebaşan diçînin û debara mala xwe dikin. Ji ber ku em keda xwe diparêzin em kêfxweş in. Ji ber em li destên kesekî din nanêrin û helw didin ku bixebitin, em ser bilind in. Ji ber em li ser axa welatê xwe li keda xwe xwedî derdikevin, em bextewar in. Axa welat her şêrîn e.  Em girîngiyeke mezin didin xebata li ser axa xwe." 
 
Şênkirin û xweşkirina bajarê me, me ser bilind dike
 
Di heman demê de Wehbê Temo jî qala ked û kêfxweşiya xwe ya li ser axa xwe kir û wiha got:"Dema ku ez serê sibehê  kar û barên xwe yên mal diqedînim, ez berê xwe didim nava zeviyên zebeşan û heta saetên êvarê dixebitim. Gelekî diwestim lê dîsa jî bextewar im ku li ser axa xwe dixebitim. Bi şênkirin û xweşkirina bajarên xwe em ser bilind in."
 
Jin xwedî kedeke bi rûmet e
 
Wehbêyê dawiya axaftina xwe de wiha got:"Me li dijî neyarên xwe hewldanek giranbiha kir û me nehişt ku axa me dagir bikin. A niha em li ser axa xwe bi awayekî azad dijîn û li keda xwe xwedî derdikevin. Hêviya min ew e ku azadî, aramî û aştî her bi rûyê mirovan bikene.