Ji qeyûman zexta sendîkan

  • 09:06 26 Cotmeh 2017
  • Ked/Aborî
WAN - Piştî ku qeyûm tayînê 11 şaredariyên Wanê bû şûnde salek derbas bû. Qeyûm ji roja hatine di serî de li ser jinan li hemberî hemû kedkaran polîtîkayên taybet xist dewrê. Hevseroka Genel Îşê Emîne Bozkurtê da zanîn ku qeyûm di hewldana qirkirina karkeran de ye û wiha got: “Karkerên mane jî  ji bo bibin endamên sendîkayên nêzî AKP’ê zext lê tên kirin.  Gelek endamên me bêyî agahiya wan kirin endamên sendîkayên din.
 
Li Wanê  salek berê ji bo 11 şaredariyên DBP’ê qeyûm hat tayînkirin.  Ji roja qeyûm hatine tayînkirin heta niha polîtîkaya qirkirina karkeran xistin dewrê. Hevseroka Genel Îşê Emîne Bozkurtê bi lêv kir ku qeyûm tenê zext li karkerên hatine avêtin nekirin lê yên mane jî zextan dike.
 
Li karkerên jin polîtîkaya taybet
 
Emîneyê da zanîn ku qeyûmên tayînê şaredariyan bûne, li dijî karkerên jin polîtîkayên taybet meşandine û piranî karkerên jin yekîneyên wan hatine guhertin û ji kar hatine avêtin.
 
‘Şaredarî veguhertin qerekolan’
 
Emîneyê di berdewamiyê de wiha got: “Qeyûmên hatine tayînkirin dora şaredariyan bi dîwarên beton dorpêç kirine û kirine wek qerekolan û polîs bi TOMA’yan li ber nobetê digirin. Ji roja qeyûm hatine, nûneriya jinê hedef girtine. Qezencên jinan hatine hedef girtin.  Li hemû şaredariyan tabelayên midûriyetên polîtîkayên jinan daxistin û di bin bana vê midûriyetê de navendên jinan û çandê yên xebat dimeşandin jî yek bi yek xebatên wan rawestand.”
 
Zextan li karkerên mayî jî dixin
 
Emîneyê bi lêv kir ku gelek karker bêyî hiqûq  ji kar hatine avêtin û wiha got: “Beriya qeyûm hemû xebatkarên taşeron ên şaredariyê girêdayê sendîkaya me bûn.  Der barê wan de xebatên me hebûn. Lê piştî qeyûm hatin qirkirina karkeran pêk hat. Her roj karker hatin avêtin. Yên man jî zext lê kirin ku bibin endamên sendîkayên nêzî AKP’ê. Bêyî agahî gelek endamên me kirin endamên sendîkayên din.  Lê em li gel hemû kedkaran in. Em amade ne ku heta dawî li pirsgirêkên karkeran guhdar bikin.”