Li Cizîrê 1'ê Gulanê: Dê kedkarê jiyana nû biafirîne

  • 13:58 1 Gulan 2019
  • Ked/Aborî
ŞIRNEX - Ji ber ku qeymeqamtiya Cizîrê 1'ê Gulanê qedexe kir Platforma Şaxên KESK'ê yên Şirnexê li ber avahiya sendîkayê daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Em mahkumê şerdên we yên ku hûn dixwazin bi faşîzmê, sûc û şer ava bikin. Hêvî, aştî û jiyana nû em ê ava bikin."
 
Ji ber ku qeymeqamtiya Cizîrê 1'ê Gulanê qedexe kir Platforma Şaxên KESK'ê yên Şirnexê li ber avahiya sendîkayê daxuyaniya çapemeniyê da. Nûnerên sendîkayê, Hevserokên Şaredariyê Cizîrê Bêrîvan Kutlu, Mehmet Zirig, Hevserokên Silopiyayê Adalet Figan û Suleyman Şavluk, Piştevaniya Morê, Rêxistinên HDP, DBP, aktivîstên TJA'yê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Di daxuyaniyê de dirûşmên "Bijî yekê gulanê","Dê KHK biçin em ê bimînin","Jin, jiyan azadî","Zext me nikare biçewisîne" hatin berzikirin. Pankarta ku wêneyên Aziz Yular, Eyup Ergen, Şeyhmus Dursun ên di serdema qedexeya derketina derve de jiyana xwe ji dest dabûn lê bû hat hilgirtin. 
 
'Ji ber ku qeymeqamtiyê destûr neda em 1'ê Gulanê bi daxuyaniyê pîroz dikin!'
 
Bi tilîlî û bi çepikan daxuyanî ji aliyê Serokê Platfoma Şaxên KESK'ê yên Şirnexê Muzaffer Yildirim ve hat xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de qedexeya 1'ê Gulanê ya qeymeqemtiya Cizîrê hat şermezarkirin. 
 
Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye:
 
"Em mahkumê şerdên we yên ku hûn dixwazin bi faşîzmê, sûc û şer ava bikin. Hêvî, aştî û jiyana nû em ê ava bikin. AKP ya ku di mijara tecrî de israr dike dê berpirsê encamên xirab e. Her wiha li dijî îktidara ku êrîşî dayikên ji bo zarokên xwe yên di grevê de ne nobetê digirin em ê her biqêrin. Li dijî faşîzm û nîjadperestiya ku dixwaze tovê nefretê biçîne em li qada 1'ê Gulanê li dijî we disekine. Em ê qêrîna ji bo wekheviyê bidomîne. Li dijî îktidara ku îstismara li ser zarokan nabîne em ê her dengê xwe bilind bikin.
 
'Em ê teqez bi ser bikevin'
 
Herî dawî em dibêjin ku Em mahkumê şerdên we yên ku hûn dixwazin bi faşîzmê, sûc û şer ava bikin. Hêvî, aştî û jiyana nû em ê ava bikin. Em ê teqez bi ser bikevin."