‘Jin xwedî hêza ku cîhanê biguherîne’

  • 09:10 1 Gulan 2019
  • Ked/Aborî
ÎZMÎR - Ji Lijneya Rêveber a Jinan a KESK’ê Buse Engîn, diyar kir ku jin xwedî hêza ku dikarin cîhanê biguherînîn e û banga tevlîbûna qadên 1’ê Gulanê kir.
 
Ji Lijneya Rêveberiya Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerî (KESK) Buse Engîn, daxuyakirin ku di nav KESK’ê de têkoşîna jinan mezin bûye, tê wateya xurtbûna têkoşîna sendîkal. Buseyê balkişand ser girîngiya pergala hevserokatiyê ya di sendîkayan de û got bi rêxistinbûnê jin dikarin cîhana serdest a mêr biguherin.
 
Di KESK’ê de rêjeya jinê ji sedî 40 e
 
Buseyê bi lêv kir ku KESK ya ku li şaxa sektereriya jinan ava kiriye û pergala hevserokatiyê didomîne, di riya rêxistibûna jinê de pêş dikeve û di KEK’ê de rêjeya jinê ji sedî 40, lê di sendîkayên ku piranî mêr tê de ne yên weke Tarim-Orkam de tevlîbûna jinan pir qels e. Buseyê got: “Tum-Bel Senê di lijneya giştî ya dawî de kota ji sedî 50 anî. Nûneriya jinan ji rêxistibûnê derbas dibe. Jin dengê xwe dernaxin. Dema mirov li qada perwerdeyê dinêrin, midûr an jî cigirê midûr jin be, matmayî tê dîtin. Divê mêr vê qebûl bikin. Divê jin zêdetir dengê xwe derbixin. Ji bo em vê pêk bînin divê em destê we bidin hev.
 
‘Divê em piştgiriyê bidin hev’
 
Buseyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji pirsgirêka herî biçûk ya malê û ji krîzê ewil jin bi bandor dibin û wiha dawî lê anî: “Di karên malê de berpirsyariya aboriyê didin jinan. Wek dan û standina bazarê. Mêr dibêje ‘ez pere tînim yên weke din tu bifikire’. Li kargeriyan ewil jin tên beralîkirin. Ji pirsgirêkên biçûk jin berpirs tên dîtin. Di 1’ê Gulanê de derketina derve a qadan gelek girîng e. Werin em bi hev re dest bidin hev, em piştgiriyê bidin hev.”