Jinên kedkar: Di 1'ê Gulanê de bila hemû jin dakevin qadan

  • 09:04 1 Gulan 2019
  • Ked/Aborî
Rojda Aydin
 
MÊRDÎN - Kedkarên jin ên Mêrdînê dixebitin derbarê  1’ê Gûlanê Cejna Kedkaran  de axivîn. Kedkaran, anî ziman ku li dijî neheqî û desteserkirina  mafan dê di 1’ê Gûlanê de li qada mîtîngê dengê xwe bilind bikin û banga bila hemû jin dakevin qadan kirin.
 
Kedkarên jin ên li Mêrdînê li kargehên taybet dixebitin 1'ê Gulanê Cejna Kedkaran di serî de li kedkarên jin, bi giştî li hemû kedkaran pîroz kirin  û derbarê vê rojê de nêrînên xwe anîn ziman. Kedkaran, anî ziman ku li dijî neheqî û desteserkirina mafan di 1’ê Gûlanê de dê li qadan bin.
 
Kedkara bi navê Bêrîvan Doken a ku di salên 2015-2016’an de li Şaredariya Şemrex xebitiye û piştî qeyûm hat tayînkirin ji karê hatiye derxistin wiha got: “ Em wê demê di bin banê şaredariyê de wekî karkerên taşeron dixebitîn. Hejmara me li dora 35 kesî hebû. Lê piştî ku qeyûm hat tayînkirin em ji kar hatin derxistin. Me wê demê li dijî qayûm têkoşîneke mezin da. Ji ber ku di pêvajoyekî wê demê mafên gel hatibû xesp kirin.  Ez niha kedkarekê ku naxebitim e.”
 
‘Wê demê herê zêde jin bandor bûn’
 
Berîvan, di berdewamiya axaftina xwe de got ku di dema rewşa awarte(OHAL) de bi KHK’yan gelek kedkar ji karên xwe bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi hezaran hevalên me hatin îxrackirin û bi KHK'yan karên wan ji destên wan hatin girtin. Wê demê hemû kedkaran gelek pirsgirêk jiyan. Lê herî zêde jin bi pirsgirêkan re rûbirû man. 1'ê Gulanê roja têkoşînê ya li dijî kedxwariyê ye. Ez vê rojê li hemû kedkaran pîroz dikim.”
 
‘Bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin’
 
Berîvan, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser grevên birçîbûnê û got ku îro grevên birçûbûnê yên ku hatine destpêkirin gihiştine asta herî bilind û ev tişt anî ziman: “Bila daxwaza girtiyan bi cih were û dengê wan bê bihîstin. Bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û grev bê bi dawîkirin.”
 
‘Sala 2019’an dê bi pirsgirêkan derbas bibe’
 
Kedkara bi navê Zelal Yildirim Şen jî anî ziman ku 1’ê Gûlana îsal ji salên din cûdatir e û wiha got: “Îsal bû sala pirsgirêkên me yên ku komî ser hev bûbûn. Krîza aborî  ku derket holê li ser hemû civakê û kedkaran bandor kir. Sala 2019’an dê gelek bi pirsgirêk derbas bibe. ji xwe di herema me de pirsgirêkên gelek mezin hebûn. Bi KHK û tayînkirina qayiman gelek xebatkar ji kar hatin derxistin.  Ji er ber krîza aborî û ji ber zehmetiyên jiyanê gelek kesî întîxar kir. Ev jî mînakekê vê  pêvajoyê ye. ”
 
‘Em bang li gel dikin ku tevlî mitîngê bibin’
 
Zelal, di dawiyê de got ku dê li dijî nîjadperestî, kedxwariyê  li qadan bin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo ku em ked û mafê xwe biparêzin em ê dakevin qadan. Em bang li gel dikin ku tevlî mitîngê bibin. Ger ku em nebin yek dê êşên me zêdetir bibin.”