Jinên kedkar ên keda wan nayê dîtin

  • 09:16 30 Nîsan 2019
  • Ked/Aborî
Leyla Ayaz 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji destpêka dîrokê û heta niha li dijî çewisandina kedê ji aliyê kedkaran ve têkoşînek tê dayîn. Jinên kedkar jî ku di nava vê têkoşîna dîrokî de cihê xwe girtin piştî îlankirina 1'ê Gulan Roja Kedkaran a Cîhanê ji bo bihêzkirin û rêxistinbûneke xurt û parastina mafê kedê di her roja 1'ê Gulanê de cihê xwe girtin û mafê xwe daxwaz kirin.  Jinên têkoşer di her qada jiyanê de li dijî pergala serdest a mêr, polîtîkayên înkar û îmhayê û kedxwariyê, pêl bi pêl têkoşîneke mezin dan. 
 
Kedkarên jin, bi sedan  sal e ji bo mafê xwe yê li qada kar, ê wekî wekheviya mûçe, mafê sendîkabûnê, mafê ewlehiya civakî û tenduristiyê, kreş û wekheviya tevlîbûna qada kar di nav hewldanê de ne. Lê li gel vê hewldanê Karkerên jin bi salane bi polîtîkayên zayendparêz û kedxariyê re rû bi rû man. Di qada kar, sendîka û rêveberiyê de rastî cûdakariyên cûr bi cûr tên. Ne tenê dema kar, di dema serlêdana kar de jî jin bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin, li gorî mêran di dema serlêdana kar de jî bi qasî mêran ne bişensin û rastî cudakariyê tên. Ji ber ku kreş û cihê ku zarokan xwedî bikin nîne neçar dimînin ku dest ji kar berdin. Bi hikûmeta AKP'ê ev polîtîkaya taybet bi awayekî bi pergal û aşkera tê kirin, bi wan polîtîkayan daxwaz dikin ku rê li ber xebat û civakîbûna jinê bigirin. Bi minasebata 1'ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê bi daneyên ku me kom kirin me xwest ku em balê bikişînin li ser pirsgirêkên sereke yên karker û bi taybetî karkerên jin. 
 
Pirsgirêkên sereke yên karkeran... 
 
Li gorî rapora Daîreya Lêkolînê ya Konfederasyona Sendîkayên Karker ên Şoreşger (DÎSK-AR) a bi sernavê “Rastiya Karkerên Jin ên Tirkiyeyê”, 3 pirsgirêkên karkerên jin ên sereke hene. Xebata bi mûçeyê kêm, betalî, xebata bê ewlehî (sîgorta). Li gorî raporê hatiye aşkerakirin ku Karkerên jin li gorî mêran kêm mûçe digirin, ji sedî 92 jin bê ewlehî dixebitin, dema girtina tazmînata qedemeyê de jî jin bi newekheviya zayendî re rûbirû dimînin û ji mêran kêmtir tazmînatê digirin. Di qada kar de li hemberî jinê cûdakarî li pêş e, ji sedî 23 jin dema serî li kar didin rastî cudakariyê tên, ji sedî 86 jin li kargehan sûdê ji kreşan nagirin, ji sedî 25 jin di karên bê ewle de dixebitin. 
 
Hejmara betalan her ku diçe zêde dibe 
 
Li Tirkiyeyê pirsgirêka herî sereke jî betalî ye. Li gorî daneyên li Tirkiyeyê her ku diçe hejmara betalan zêdetir dibe. Li gorî rapora Lijneya Îstatîstîkan a Tirkiye (TUÎK) ya meha çile ya 2019’an betalî ji sedî 14.7 zêde bûye. Betaliya di warê  çandiniyê de ji sedî 16.8  zêde bûye. Li gorî daneyên TUÎK’ê di salekê de  milyonek û 259 hezar kes betal dimînin. Bi tevahî hêjmara betalan li Tirkiye gihiştiye 4 milyon û 668 hezar kesî. Gelek fabrîke û kargehên mezin ji ber polîtîkayên aborî ya hikûmetê bi krîzê re rû bi rû man û hatin girtin. Her wiha gelek kes jî bi Biryarnameya Di Hûkmê Qanûnê (KHK) ji kar hatin dûrxistin. Ev tişt jî bû sedema zêdebûna hejmara bêtaliyê. Her wiha kesên ku bi riya ÎŞKUR’ê kar dibînin jî piştî 6 mehan dîsa betal dimînin. 
 
Bi pergala taşeronê mafê karkeran tê binpêkirin 
 
Li Tirkiyeyê dîroka pergala taşeronê ji avakirina komarê de dest pê dike, di sala 1926'an de ji bo berpirsiyariya mutahîtan Qanûna Deyn hat sazkirin, ev tişt jî nîşaneya pergala taşeronê bû. Di sala 1950 de navê taşeronê bû "navbeynkarî". Di sala1971’ê de jî ev pergal bi navê "karmendên din" hat binavkirin. Niha li gorî qanûna kar a sala 2003'an de wekî bi navê “karderên binî" hat binavkirin. Taşeronî, wekî îstîhdamê tê dîtin û ne tenê qadên taybet, di qadên cemaweriyê de jî hat pêş xistin. Bi rêbaza taşeronê mafê karkeran tê binpêkirin û rêxistinbûna wan a sendîkabûnê ji holê tê rakirin. Hejmara karkerên taşeronê zelal nayê zanîn. Bi taşeronê, karker bê sendîka, bê sîgorte û ji mûçeyên asgarî kêmtir tên xebitandin. Bi wê armancê daxwaz dikin ku maliyeta kedê daxin asta herî jêr. Bêtir karkerên jin di qada taşeronê de cih digirin û ev tişt jî dibe pirgirêka herî girîng ji bo jinê. Jina ku bê ewlehî, bê sendîka û bêyî mafên xwe yên civakî tê xebitandin ji qada kar tê dûrxistin.  
 
Polîtîkayên hikûmetê rê li ber cînayetên li ser kar vedike
 
Mirina karkeran a li ser kar herî zêde di dema hikûmeta AKP’ê de pêk hat. Li gorî daneyên Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) bi tevahî 3 mehên dawiyê ya 2019'an ya  îsal de 392 karkeran jiyana xwe ji destdan. Her wiha li gorî daneyên Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG-M) rapora cînayetên kar a meha Adarê, 4 jin,104 mêr bi giştî 108 karker di dema kar de jiyana xwe ji dest dane. Di nava 108 kesan de 5 zarok û 11 karkerên penaber hene. Di meha Adarê de, di karê çandiniyê de 28, di karê înşaetê de 28, di karê barkêşî û neqliyetê de 14, di karê şaredariyê de 8 û di karê bazirganiyê de 5 karkeran jiyana xwe li ser kar ji dest dane.
 
Her wiha li gorî daneyên Dezgeha Ewlehiya Civakî (SGK) jî di sala 2002’an heta sala 2019 ‘an 22 hezar 370 karker di cînayetên serkar de jiyana xwe ji destdane. Her wiha li gorî daneyan di sala 2018’an de herî kêm 1923 karker ji ber îhmalkariyê jiyana xwe ji destdane.  Di kuştinên jinan ên li ser kar  yên jinan de ji sedî 51 qezayên trafîkê û serwîsan e, karkerên jin bi kamyon, traktor an jî mînîbusan dibirin ser kar, qeza derbas kirin û jiyana xwe ji dest dan. Ji sedî 52’ê kuştinên li serkar ên jinan di qada çandiniyê de bûn. Ji sedî 9 jî di beşa Tekstîl-Çerm de pêk hatin. Li cîhanê di kuştinên li serkar de Tirkiyeyê di rêza 3’yan de û li Ewropayê jî di rêza yekem de cih digire. Li Tirkiyeyê kuştinên li ser kar herî zedê li înşaatan pêk tên. 
 
Heman karî dikin lê kêm mûçe digirin 
 
Rol û mîsyona jinê ya ku di nav civaka zayendî de hatiye kod kirin, bandora xwe li ser mûçeyên jinê jî dike û newekheviyeke mezin derdixe holê. Daxwaza têkoşîna jinê ya der barê mûçeyê wekhev de bi sedan sal e didome. Di sedsala 19’emîn de jin û mêrên kedkar li dijî xebata 13 û 14 seatan têkoşîneke bi hempa dan. Lê karên ku mêr û jinan bi hev re dikir û her wiha di têkoşîna birêxistinbûnê ya ku mêr û jinan bi hev re didan de girîng bû. Di wî warî de jî jin rastî neheqiyê dihat û bêwesf dihat dîtin. Karkerên jin çawa di dîrokê de ji bo mûçeyên wekhev li ber xwe dan, niha jî bi rêxistinî û hêzeke mezin ji bo mûçeyên wekhev li ber xwe didin. 
 
Li gorî Newekheviya Zayendî ya Kûrevî, Tirkiye di mijara mûçeyên wekhev de, di nav 149 welatan de di rêza 130’yan de cih digire. Li Tirkiyeyê jin û mêr heman karî dikin lê jin ji sedî 20 ji mêran kêmtir mûçe digirin. Li gorî daneyên Lijneya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê  (TUÎK), mêr û jinên ku zanîngeh û dibistan qedandine de jî newekheviyek ya mûçe heye û ji jinê re dîsa mûçeyê kêm tê dayîn. Li Tirkiyeyê 9.2 milyon jin dixebitin, lê 4.3 milyon jin ji sedî 40 mûçeyê kêm digirin. 
 
Mafê sendîkabûnê tê astengkirin
 
Di dema hikûmeta AKP’ê û OHAL’ê de bi hinceta “Ewlehiya Neteweyî” 16 grev hatin qedexekirin. Li gorî daneyên Daîreya Lêkolînê ya DÎSK’ê rewşa sendîkayên li Tirkiyeyê balkêş e. Li gorî raporê ji sala 2003’an heta îro, 193 hezar karker mafê xwe yê grevê pêk neanîne. Di navbera salên 2013’an û 2019’an hejmara sendîkayan zêde bû ye, lê ji sedî 90 karker ji ber pergala taşaroniyê ku mafê rêxitinbûna kedkaran ji dest wan tê girtin bê sendîka dixebitin. 16 milyon 254 hezar karker bêqeyd dixebitin û tenê milyonek 859 hezar kes endamên sendîkayê ne. Ji sedî 11.4 karker bi fiîlî endamên sendîkayê ne. Ji sedî 90  karker bê sendîka ne. Li gorî bajaran endamtiya sendîkabûnê diguhere. Li gorî bajaran sendîkabûn di navbera ji sedî 5.7 û ji sedî 26.2 diguhere. Antalya, Denîzlî, Yalova, Mûgla, Mêrdîn, Dîlok, Stenbol, Ordu, Şirnex û Ûşakê sendîkabûyîn di asta herî jêr de ye. 
 
Her wiha di endamtiya sendîkabûnê de jî hejmara jinê pir kem e. Di rêveberiya sendîkayan de û rêxistinan de ji hejmara jinê kêm e. Ev tişt ji ber zîhniyeta serdest a mêr pêk tê. Her wiha rol û mîsyana jinê ya di nav civaka zayendparêz de hatiye pênasekirin û rê li ber rêxistinbûna karkerên jin digire. Li gorî sala 2018’an ji sedî 27.6 jin di kada kar de cih girtine, lê tenê ji sedî 19 jin qeyda wan li sendîkayê heye. 
 
Nasnameya 'Keda xebatkarên rojane yên paqijiyê' nîne 
 
Li Tirkiyeyê û cîhanê bi mîlyonan jin di karên malan de weke ‘koleyên nûjen’ bi heqdesteke kêm û bê ewlehî dixebitin. Kesên li malan bi pere xizmetê dikin, bi pere li zarok, kal, pîran dinêrin, paqijiyê dikin û nanpêjiyê dikin nasnameyek wan nîne. Her wiha keda wan bi tu awayî nayê dîtin. Jin bê sîgorte, bê ewle û bê sendîka dixebitin. Her wiha jinên ku wî karî dikin bi şîdeta psîkolojîk, tacîz, tecawiz û kuştinê re ji rû bi  rû dimînin. 
 
Çareseriya pirsgirêkên jinên karker ên li malê di peymana ‘Kar a Li Gorî Mirovan ya Karkerên Malê 189 a ÎLO’yê’ ku 22 welatan îmze kiriye re derbas dibe. Li Tirkiyeyê yekem car karkerên malê di 1998’an de hatin cem hev. Di 2013’an de Sendîkaya Karkerên Malê Îmece avakirin û hemû daxwaz û têkoşîna xwe li ser wê sendîkayê meşandin. Li Tirkiyeyê rêjeya jinên karkerên malê di ser mîlyonekê re ye. Jinên kedkarên malê daxwaz dikin ku hemû cureyên newekheviyê bên rakirin û divê mafên wan yên endamtî û rêxistinbûnê hebin, li gorî keda xwe mûçe bigirin û her wiha zarok wekî karkerên malê neyên xebitandin. Her wiha jin hewl didin ku li dijî îstîsmar, tacîz û tecawizê sererastkirinên qanûnî bên kirin ku rehetir karê xwe bikin. Ji  bo jinan tişta esas jî sîgorte yê û jin dixwazin pêşeroja xwe misoger bikin. 
 
Karkerên demsalî: Li welatê xwe koçberin
 
Her sal di mehên bihar û havînê de bi navê "karkerên demsalî" bi sedhezaran kes li bajarên Tirkiyeyê bi erzanî di zeviyan de dixebitin. Bi taybetî jî kurd û jinên kurd karkeriya demsalî dikin. Li gorî daneyên TÛÎK’ê di meha Adarê sala 2018’an de di qada çandiyê de 4 mîlyon 983 kes dixebitin û ji sedî 40 jî karkerên demsalî ne û hejmara jinê jî zêdetir e. Jinên ku karkeriya demsalê dikin bêtir bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Ewlehiya civakî ya karkerên demsalî nîne, nikarin xizmeta tendirustiye ya bingehîn bigirin, ji mafê perwerdeyê bê par tên hiştin û ji mafê strabûnê bêpar tên hiştin. Ji derveyî seatên kar, piranî li çadir û holikan dimînin ku elektrîk, av û kanalîzasyonên van deran nîne. Her wiha pirsgirêka wan a weguhastinê dibe sedema binpêkirina mafê wan ê jiyanê.  Zêdetirî 12 saetan kar dikin û heqdestekî kêm distînin. Rastî cudakariya etnîkî tên û bi dorpêçkirina civakî re rû bi  rû dimînin. Her wiha herî zedê karkerên demsalî di qezayên trafîkê de jiyana xwe ji dest didin. Piranî jî jin bi wan pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Jinên ku karkeriya demsalî dikin, neçarin ku karê rojane yên jiyanê jî pêk bînin. Divê ku mafê karkerên demsalî jî bê qanûnîkirin û bê parastin.
 
Kar û kargehên kedxwar... 
 
Gelek jinên kurd ji ber şerê li herêmê û ji ber polîtîkayên aborî  koçber metropolên Tirkiyeyê bûn û li vir di temenê biçûk de dest bi karkeriyê kirin. Atolyeyên tekstîlê, fabrîkayên amûrên teknîkê, kargehên çerm û pêlavan, kargehên kozmetîkê, fabrîkayên xwarîn û vexwarînê hwd. mirov dikare gelek lê zêde bike, jin dixebitin. Di fabrîka û kargeriyan de ked û karê jinê tucarî nayê dîtin. Jin 12 seatan dixebitin û piştre jî êvarê li malê dixebitin. Jin d nav şert û mercên nebaş de, bê ewle, bê sîgorte û bi mûçeyeke kêm dixebitin û her wiha li hemberî vê keda ku didin jî bi heqaretê re ji rû bi rû dimînin û biçûk tên dîtin. 
 
Li metropolan avahî bi xwêdana karkerên kurd hat avakirin 
 
Bi hikûmeta AKP’ê, sektora înşaatê mezintir bû û bi mezinbûnê re mafê karkerên înşaatê hat binpêkirin. Avahiyên li metropolên Tirkiyeyê bi xwêdana karkerên kurd hatin avakirin. Karkerên kurd ji bo debara mala xwe berê xwe didin metropolan û di nav şert û mercên xirab de dixebitin. Ji bo karkerên înşaatê pirsgirêka sereke strarbûn, xwedîkirin û bê ewlehî ye. Ya herî girîng jî karker ji bo debarê bi seatan û bê sîgorte dixebitin. Di nav 5 salan de 10 hezar karkerên înşaatê ji ber îhmalkariyê jiyana xwe ji desdane.
 
Li Tirkiyeyê '1'ê Gulana bi xwîn' 
 
1’ê Gulanê li Tirkiyê yekemcar di navbera salên 1908’an û 1912’an de hat pîrozkirin. Li gel qedexeyên salên 1921’an û 1922’an de, li Stenbolê karkerên tersane û tramvayê mîtîngek li dar xistin. Di sala 1925’an de li Tirkiyeyê qanûnek hat derxistin û pîrozbahî hat qedexekirin û 1'ê Gulanê wekî Cejna Bahar û Çîçekan hat îlankirin. 1’ê Gulanê piştî bêdengiyeke 43 salan ji sala 1968’an vir ve bi çalakiyên cuda hat pîrozkirin. 
 
Di dîrokê de sala 1977'an nayê ji bîrkirin. Di 1977'an de 500 hezar karker li qada Taksimê kom bûn. Axaftvan bi peyamên siyasî dewlet û hikûmeta Îttihatî hejand, coşa beşdaran derdixist asta herî jor. Êdî kedkar û karkeran dirûşmên siyasî bi biryardariyeke mezin berz dikirin, wekheviya gelan dixwestin û daxwaza maf û azadiyê bi şêwazeke biheybet diqîriyan. Hêzên  kujer li ser banên avahiyên derdorê hatibûn bicihkirin û bi awayekî organîze girse dan ber guleyan. Di heman demê de hêzên ku li ser devê rêyan sîper danîbûn jî tevlî gulebaranê bûn. Kujer û qetlîamkeran, 37 welatî hatin kuştin, 200 kes bi giranî bi hezaran mirov birîndar kirin. Derket holê ku ewlekaran 2 hezar gule bi ser gel de reşandine û ji aliyê kamerayan ve tev hatine qeydkirin. Lê ew ewlekarên qetlîame ku diyar in û li ber çavan in, tu carî nehatin darizandin û cezakirin. Di dîroka Tirkiyeyê de pîrozbahî wekî “1’ê Gulana bi xwîn” hat binavkirin. Her wiha di êrîşê de Hacer Îpek Saman, Hatîce Altûn, Jale Yeşîlnîl, Kadriye Dûman, Leyla Altiparmak, Meral Cebren Ozkol, Nazan Unaldi, Sîbel Açikalin bi tevahî 8 jin jiyana xwe ji dest da. 
 
Tevî darbeya 12'ê Îlonê jî 1’ê Gulanê her tim dihat qedexekirin. Piştî 12’ê îlona 1980’î 1'ê Gulanê di sala 1989’an de li gelek fabrîkayan bi grev û berxwedanan hat pêşwazîkirin. 1’ê Gulanê piştî sala 1992’an jî li gelek navendan, li meydanan hat pîrozkirin. Tevgera karker û kedkaran ku pêş diket, di 1’ê gulana 1996'an de bi sed hezar kedkar meydan tijî kirin. Lê belê di pîrozbahiyên li Kadikoya Stenbolê de, di encama gulebaran polîsan de dîsa 3 kedkar jiyana xwe ji dest dan. Her wiha di pîrozbahiyên ya îsal 2019'an ji bo karkeran qada Taksîmê hat qedexekirin.
 
Li cîhanê 'Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê'
 
Karkerên ku ji ber zext û zora li kargehan tengezar dibûn, bi meş û mîtîngên girseyî karsaz şermezar dikirin û roj bi roj doza maf û daxwaza xwe bilind dikirin. Çalakiyên ku di sala 1856’an de bi armanca guhertina seatên kar ya ku 8 saetan bê sînorkirin, li bajarê Malbourne yê Avustralyayê ji aliyê karkerên avadanî û keviran ve pêk hat. Wekî pêngava yekemîn a berxwedana girseyî ya karkeran hat binavkirin. Karker heta avahiya Parlamentoyê meşiyan. Sal bi sal pêla berxwedana karkeran bilind bû û li cîhanê belav bû. Di 1’ê gulana 1886’an de bi armanca ku 18 saetên xebata rojane dakeve 8’an, bi pêşengiya Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Amerîkayê li bajarê Chîcago meş û mîtîngeke mezin hat lidarxistin.
 
Li bajarê Lûîzvîlê bi hezaran karkerên reşik û spî, bi hev re ketin Parka Neteweyî ku têketina parkan li reşikan hatibû qedexekirin. Di Duyemîn Enternasyonalê de sala 1889’an 1’ê Gulanê wekî “Roja yekitî, piştevanî û têkoşînê” hat pejirandin. Ew roj ev roj e ku 1’ê Gulanê ji aliyê tevahiya karker û kedkarên cîhanê ve li qada navneteweyî wekî “1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê” tê pîrozkirin. Berxwedana karker û kedkaran li cîhanê encam wergirt, doma xebata rojane bi 8 saetan hat sînordarkirin. Ji aliyê gelek dewletên girîng ve, 1’ê Gulanê wekî Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê hat naskirin. Îro li gelek dewletan bi beşdariya sed hezaran 1’ê Gulanê tê pîrozkirin û wekî betlaneya fermî tê qebûlkirin.