'Dê di 1'ê Gulanê de li dijî bêewlehî û mobîngê li qadan bin’

  • 09:05 29 Nîsan 2019
  • Ked/Aborî
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Seroka Giştî ya Egîtîm Senê Feray Aytekîn da zanîn ku herî zêde jin ji polîtîkayên desthilatdariyê re bi bandor dibin, lê hêza jinê heye ku pêvajoyê bi guherînê û wiha got: “Em ê di 1’ê Gulanê de li dijî pêkanînên bêewlebûnê, tacîz, tecawiz û mobîngê derkevin qadan û bêjin ‘em hene, em ê hebin’.”
 
Seroka Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm-Sen) Feray Aytekîn ku beriya 1’ê Gulanê li hemû şaxan geriya, bi lêv kir ku di demên ku faşîzma herî giran tê jiyîn de, li kolanan li kargeriyan herî zêde jin deng derdixin û li dijî KHK, li dijî pêşnûmeya di bin navê ‘Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê ya pakê baca nû û bêewlehî, hêza kar a erzan, mobîng, tacîz û tecawizê banga têkoşînê kir. 
 
‘Li dijî pêvajoya li karkeran hatiye ferzkirin eniya ‘na’ hat avakirin’
 
Ferayê destnîşan kir ku 1’ê Gulanê nokteya serhildanek xurt a têkoşîna kedkarane û got: “Herî dawî di tabloya di hilbijartinan de derketiye holê nîşan daye ku beramberê hêviyên me çiqas xurtin. Li dijî vê pêvajoya li kedkaran hatiye ferzkirin eniya îtîrazê ya ‘na’ ava bûye. Em ê di 1’ê Gulanê de bi dirûşmeyên xwe bi daxwazên xwe li kolanan bin.”
 
‘Pakêta reformê wê hêza kar a erzan ferz bike’
 
Feray bi lêv kir ku pakêta reformê ya li ser krîza aborî hatiye aşkerakirin, dîsa li hemû kedkaran bêewlehî û hêza kar a erzan ferz dike û wiha pê de çû: “Di her demên krîzê de desthilatdarî bêewlebûnê ferz dike. Ji vê jî herî zêde jin bi bandor dibin. Yên ewil ji kar tên derxistin jin in, yên rastî taciz, tecawiz, mobîng û şertên xebatê yên bê ewlet tên jin in. Bêguman her kes ji van şertan bi bandor dibe. Lê yên herî zêde bi bandor dibin wek her tim dîsa jin in.”
 
‘Hêza jinê heye ku pêvajoyê bi guherîne ne’
 
Ferayê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku jin di demên herî giran yên faşîzmê de dîsa li kolanan û karkgeriyan deng derxistine û wiha got: “Jinan di 8’ê Adarê de qedexe nas nekirin. Jin xwedî hêza ku guherînê pêk bîne ne. Emê di 1’ê Gulanê de bêjin ‘Em hene, em ê hebin’.”