Xizmên windayan xwest Komîsyona Lêkolîna Heqîqetê bê avakirin

  • 16:20 15 Kanûn 2018
  • Rojane
AMED  – Xizmên windayan û Şaxên ÎHD’ê yên Amedê di çalakiya xwe ya hefteane de xwest Komîsyona Lêkolîna Heqîqetan û Hevrûbûnê ya berê bê avakirin. 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirova ya (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 514’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” li avahiya komeleyê dewam kir. Parlamentera HDP’ê Remziye Tosun, Serokê Rêxistina CHP’a Amedê Mehemt Sayin, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. 
 
Daxuyaniya vê hefteyê rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Parêzer Hasan Yalçin xwend. Hasan qebûlkirina Beyanameya Gerdûnî ya Mafên Mirova ya ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve bi bîr xist û salvegera vê rojê ya 70 sal berê îro li Tirkiyeyê bi xemgînî tê pêşwazkirin. Hasandayik û malbatên windayan ên gorek wan jî nîne vê hefteya beyanemaya mafên mirovan bi dilek xemgîn pêşwazî dikin. Hasanda zanîn ku ji salên 80 û 90’î vir ve gelek desthilatdarî hatin guhertin lê di warê dîtina windayan û kiryaran de tu gavek erênî nehat avêtin. Hasan got têkoşîna wan a ku kiryaran aciz bike didome û daxwaza xizmên windayan a bila kiryar bên darizandin didome. 
 
Hasan destnîşan kir ku ew daxwaza xwe ya Komîsyona Lêkolîna Heqîqetê ya Hevrûbûnê ya berê dubare dikin û bila ev komîsyon bê avakirin û di dewama daxuyaniyê de ji bo mafên mirovan daxwazên divê rayedar bibersivînin rêz kir. 
 
Rêvebera Navenda Giştî ya KESK’ê Elîf Çuhadir jî di çalakiyê de axivî û got daxwaza Dayikên Şemiyê daxwaza wan e û ew ê wek KESK’ê li pey şopa vê daxwazê bin. 
 
Piştî axaftina Elîf  çalakî bi dawî bû.