Şaredariya Şengalê: Li dijî zilma qeyûm bêdeng nemînin
- 20:11 8 Mijdar 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şaredariya Şengalê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji şaredariyên Bakurê Kurdistanê re ragihand û zilma Tirkiyeyê şermezar kirin.
Endamên Şaredariya Gel a Rêveberiya Xweser a Şengalê li Şaredariya Serdeştê kom bûn û bi daxuyaniyekê tayînkirina qeyûmên ji bo şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê şermezar kirin.
Hevserokê Şaredariya Gel a Serdeştê Ziyad Qewal ewil axivî û got: “Ev zilma tê kirin bêhiqûqî ye, dewleta Tirk a dagirker bi qirkirin û dagirkeriya xwe dixwaze hebûna xwe li ser gel û îrada wan ferz bike. Her dema ku gelê Kurd û bi taybet jî gelê Bakur dest bi diyaloga aştiyê kiriye, dewleta Tirk berevajî rewş veguherandiye. Dewleta Tirk ku bi êrîşên xwe yên li ser Şengal û rojava encam negirt, dest bi xespkirina qeyûman kir û 3 şaredarî desteser kirin. Lê berxwedaniya gelê Bakur kir ku dewleta Tirk gav paşde biavêje. Bi salan in dewleta Tirk bi hemû dagirkeriya xwe êrîşî destkeftiyên gelê Kurd dike, lê tu carî bi ser neketiye.”
‘Li şûna xizmetê derfetên heyî talan dikin’
Piştî axaftinan daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Şaredariyê Xeyal Xelef ve hate dayîn û wiha hate gotin:“Dewleta Tirk bi salan in êrîşî destkeftiyên Kurdan dike, êrîşî Rojava, Şengalê dike. Hikûmeta Erdogan û Bahçelî herî dawî bi qeyûman şaredariya Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê desteserkirin û desthilatdariya xwe li ser îradeya gel ferz dikin.”
‘Dewlet bi xespkirinê tu encamê nagire’
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Şaredarî reng û dengê gel e, îradeya gel e, hebûna gel e, mafê gel e û xwerêveberin e. Ev şaredarî bi rêya hilbijartinan hatin bi dest xistin. Qeyûm zordarî, nîjadperestî, diijminatî û dizîtiye, binpêkirina maf û hiqûqê ye. Bi qeyûman xespkirina îradeya gel nayê qebûl kirin. Dewleta Tirk tu maf û hiqûq nas nake. Qeyûm şûrê zordariyê ye pê îradeya gelan dibire. Şaredariya qeyûman li şûna xzmeta gel bikin derfetên heyî talan dikin. Tenê şaredariyên gel bi derfetên heyî xîzmetê dikin, ji ber ku şaredariya rêveberiya herêmî ye. Bi qeyûman êrîşî îradeya rêveberiya herêmî dikin. Rêveberiya herêmî îradeya civakê ye, ji ber ku şaredarî xizmeta gund, bajar û derdora xwe dike. Em berxwedana li dijî qeyûman mafdar dibinin û piştgirî didin, ji ber her civak xwedî mafek azad yê rêveberinê ye lewma tekoşîna azadiyê dimeşîne. Li dijî qeyûman derketin li dijî zilmê derketin e. Em ê tekoşîna xwe li dijî zilma qeyûman bimeşînin. Em weke şaredariya Şengalê berxwedana li dijî qeyûman silav dikin û heya serkeftinê bi wan re ne.”
Daxuyanî bi dirûşmeya ‘’Bijî berxwedana gel’’ bi dawî bû.