Ji Şirnexê bang kirin: Em bajarên xwe terk nakin
- 20:44 8 Mijdar 2024
- Rojane
ŞIRNEX - Parlamentera DEM Partî ya Amedê Adalet Kayayê li Silopiyayê di daxuyaniya li dijî tayînkirina qeyûman de axivî û diyar kir ku ew bajarên xwe terk nakin û şaredariyên xwe ji waliyan re nehêlin.
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) a Şirnexê, tayînkirina qeyûman li şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê li navçeya Silopiyayê protesto kirin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Bedran Ozturk, Parlamentera Amedê ya DEM Partî Adalet Kaya, Parlamenterên Şirnexê Newroz Uysal Aslan û Mehmet Zekî Îrmez, Hevşaredarên Silopiyayê, saziyên sivîl û gelek kes ji Şaredariya Silopiyayê heta avahiya Rêxistina Navçeya DEM Partiyê meşiyan. Girseyê pankarta "Rejîma qeyûm darbeya li dijî vîna gel e" vekirin û bi dirûşmeyên "Qeyûm wê biçin em ê werin", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Zext nikarin paşta gavê ji me bidin avetin" berz kirin û heta ber avahiya DEM Partî ya navçeyê meşiyan.
Girseya ku li ber avahiya DEM Partî ya navçeyê kom bû, bi dirûşmeyên, "Bijî berxwedana gelê kurd", "Berxwedan jiyanê", "Qeyûm wê hesap bidin gel", "Jin jiyan azadî" birêzkirin û bertek nîşanî tayin kirina qeyûman dan. Li vir Parlamentera Amedê ya DEM Partî Adalet Kaya axivî û bi lêv kir ku polîtikayên qeyûm yek jî li dijî destkêftiyên jinan e û wiha axivî: "Em nahêlin ku destkêftiyên me desteser bikin. Niha parlamenterên AKP'ê serdana wezaretê dikin û dixwazin şeredarî bên desteser kirin. Hemû şeredariyên me di nav deyn de hiştin. Niha jî pariyê dawî dixwazin. Çavê wan têr nebûye. Em li dilê berxwedanê li Botanê bang dikin, weke gelê Kurd, me tu carî serî li ber van polîtîkayan natewînin. Me li dijî van polîtikayan bajarên xwe terk nekirin û em nakin. Em şeredariyên xwe jî van diz û waliyên metînger re nahelin."
‘Navnîşan Îmraliye’
Adalet Kaya destnîşan kir ku navnîşana aştiyeke bi rûmet rakirina tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan e û wiha got:"Ji aliyekî ve dibêjin çareserî ji aliyê din ve jî qeyûman tayin dikin. Em li vir careke din bang dikin, li ser soza xwe bisekinin û demildest dawî li tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bînin. Navnîşana aştiyeke bi rûmet Îmraliye. Çareseriya pirsgirêkên Tirkiye û Rojhilata Navîn ew ê ku deriyên Îmraliyê vêbibin û birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan. Daxwazên me diyar in. Em dibêjin statû û ziman û nasnameya me bila di mekazagonê de bê mîsoger kirin. Em dev ji daxwaza azadî, wekhevî û biratiyê bernadin."
‘Qeyûm ne rewane’
Piştrê jî Hevserokê KCD'ê Bedran Ozturk axivî û anî ziman ku bi 3'ê caran tayinkirina qeyûman vîna gelê kurd tune hatiye hesibandin û ev tişt gotin: " We sindoq danîne wê demê rêzê li vîna ku sindoqan de derketiye bigirin.Heke li welatekî Devlet Bahçelî bibe hiqûq û Tayip Erdogan bibe qanûn ew welat piştrast nabe. Ji ber polîtikayên van ên yekperest û faşist qirîzeke aborî heye û welatî di nava birçîbûnê de ne. Yên ku ji DAÎŞ'ê re dixwastin bibin ciran cirantiya kurdan û vîna kurdan qebûl nakin. Sepana qeyûm ne rewa ye. Bila bizanibin newiyên Şêx Saîd û Seyit Riza edî ji pêlîstikên wan jî naxapin û li hemberî wan serî natewînin. Ew têkoşîn wê bigehejê encamê û serkêftin wê ya gelê kurd û gelen Tirkiyeyê bibe."
Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.