Danişîna doza Emîne Şenyaşar hat taloqkirin
- 10:34 5 Mijdar 2024
- Hiqûq
RIHA - Danişîna doza Emîne Şenyaşar ku li ser giliyê polîsan hatibû vekirin, bi daxwaza tespîtkirina navnîşanê hat taloqkirin.
Di 14’ê hezîrana 2018’an de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar li navçeya Pirsûs a Rihayê ji hêla xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin. Ji ber giliyê polîs Melîke Akyildiz, derheqê Emîne Şenyaşar de bi îdiayên “heqaret” û “ji bo nehêle peywira xwe bike li ber xwe da” doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Rihayê hat lidarxistin.
Bûyera behsa xeberê di 7’ê cotmeha 2022’yan de dema Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar Nobeta Edaletê didomandin qewimî. Di dema Nobeta Edaletê ya li pêşiya edliyeya Rihayê de polîsan pankarta wan a “Ji bo malbata Şenyaşar edalet, ji bo her kesî edalet” rakiribûn û Ferît Şenyaşar derb kiribûn.
Li ser giliyê polîs Melike Ayyildiz a di dema bûyerê de li wir, derheqê Şenyaşar de doz hatibû vekirin. Danişîna dozê bi tespîtkirina nasnameyê dest pê kir. Parêzerê dayika Emîneyê, Ahmet Taş tev li bû lê dayik Şenyaşar û polîs Ayyildiz tev li nebûn.
Danişîna dozê bi daxwaza tespîtkirina navnîşanê, taloqî 25’ê gulana 2025’an hate kirin.