Gelê Til Temirê: Em ê serî netewînin

  • 14:04 14 Kanûn 2018
  • Rojane
HESEKÊ - Li Til Temirê Kurd, Ereb, Aşûrî li dijî gefên Tayyip Erdogan daketin qadan û gotin:"Em ê serî netewînin û li dijî dagirkeran têkoşîna xwe bidomînin." 
 
Li Til Temirê Kurd, Ereb, Aşûrî li dijî gefên Tayyip Erdogan daketin qadan û gotin:"Em ê serî netewînin û li dijî dagirkeran têkoşîna xwe bidomînin." 
 
Di meşê de pankartên "Ji Osmaniyek nû re na", "Êrîşên dewleta tirk bê bersiv namîne" hatin hilgirtin. Meşê ji SMŞ'ê dest pê kir û hetqa Çarxerêya Şehîd Qendîl bi berdewam kir. 
 
Li ser navê gelê Aşûrî, Gelê Ereb û Meclîsa Til Temirê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de peyama yekîtî û wekheviyan gelan û berdewamiya têkoşîna li dijî dagirkeriyê hat dayin. 
 
Meş bi dirûşma "Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.