Gelê Til Temirê: Em ê serî netewînin 2018-12-14 14:04:13   HESEKÊ - Li Til Temirê Kurd, Ereb, Aşûrî li dijî gefên Tayyip Erdogan daketin qadan û gotin:"Em ê serî netewînin û li dijî dagirkeran têkoşîna xwe bidomînin."    Li Til Temirê Kurd, Ereb, Aşûrî li dijî gefên Tayyip Erdogan daketin qadan û gotin:"Em ê serî netewînin û li dijî dagirkeran têkoşîna xwe bidomînin."    Di meşê de pankartên "Ji Osmaniyek nû re na", "Êrîşên dewleta tirk bê bersiv namîne" hatin hilgirtin. Meşê ji SMŞ'ê dest pê kir û hetqa Çarxerêya Şehîd Qendîl bi berdewam kir.    Li ser navê gelê Aşûrî, Gelê Ereb û Meclîsa Til Temirê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de peyama yekîtî û wekheviyan gelan û berdewamiya têkoşîna li dijî dagirkeriyê hat dayin.    Meş bi dirûşma "Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.