Li Colemêrgê ji ber berfê rêya 12 gundan û 32 mezreyan hat girtin

  • 11:49 13 Kanûn 2018
  • Rojane
COLEMÊRG - Li Colemêrgê ji ber barîna berfê 12 gund û rêya  32 mezreyan hat girtin.  
 
Li Colemêrgê barîna berfê jiyan sekinand. Li çiyayan stûriya berfê gihaştiye 30 santîmetreyê û her wiha ji ber berfê rêya 12 gund û 32 mezreyan hat girtin. 
 
Her wiha ji aliyê walitiya Colemêrgê ve hat daxuyandin ku li navçeya Geverê jî rêya 5 gundan û 16 mezrayan ji ber berfê hat girtin. 
 
Ji bo ku rêya gundan bê vekirin, xebat hat destpêkirin.