Li Colemêrgê ji ber berfê rêya 12 gundan û 32 mezreyan hat girtin 2018-12-13 11:49:51   COLEMÊRG - Li Colemêrgê ji ber barîna berfê 12 gund û rêya  32 mezreyan hat girtin.     Li Colemêrgê barîna berfê jiyan sekinand. Li çiyayan stûriya berfê gihaştiye 30 santîmetreyê û her wiha ji ber berfê rêya 12 gund û 32 mezreyan hat girtin.    Her wiha ji aliyê walitiya Colemêrgê ve hat daxuyandin ku li navçeya Geverê jî rêya 5 gundan û 16 mezrayan ji ber berfê hat girtin.    Ji bo ku rêya gundan bê vekirin, xebat hat destpêkirin.