'Perwerde misogeriya pêşxistin û nûkirina jinê ye'
- 12:06 12 Kanûn 2018
- Rojane
Rûken Goman
GIRKÊLEGÊ - Jinên Akadimiya Star ên ku tevlî Dewreya Perwerdeya Şehîd Mediya Mava gotin:"Perwerde misogeriya pêşxistin û nûkirina jinê ye."
Li Akademiya Kongreya Star ya Bajarokê Rimêlana navçeya Girkêlegê ya Kantona Qamişloyê ji bo pêşxistina feraseta jina azad jin dewreya perwerdeyê a bi nave "şehid Mediya Mava" hat destpêkirin. Ev perwerde bi tevlîbûna 23 jinên rêveber yên meclisên Kongra Star û giştî herêma Cizîrê hat destpêkirin.
Dewre di 29'ê Mijdarê de hatiye destpêkirin û dê 20 rojan bidome. Di nav perwerdeyê de dersên taybet yên tehlîlkirina şexsê jin û terzê rêveberiyê, dîroka jin, jineolojî,rastiya serokatî, dîroka jinên şoreşger tên dîtin. Jinên ku tevlî dewreyêbûne nêrînên xwe anîn ziman û bandora perwerdê li ser şexsê xwe nirxandin.
'Perwerde nûhkirine fikirê jinê ye'
Jina bi navê Nesrîn Dahir li ser giringiya perwerdeyê û wiha dibêje "Di nav perwerdeyê de em gihîştin wê astê ku êdî em dikarin rêxistina jin û hereketa bi feraseta azad bi rê ve bibin. Bi zanebûn, fêmkirin,pirsgirêk çareser kirin û asta bilind ku jinê ji bo naskirina heqîqet û tekoşîna xwe bi dest xistiye gelek girîng e. Ji bo wê jî em dibêjin ku her çiqasî em xwe perwerde bikin em zane dibin û fikirên xwe jî nûh dikin."
'Perwerde pêşxistina şexsê mirov e'
Jina bi navê Rodîn Isa jî wiha nêrîna xwe anî ziman û got:"Di perwerdeyê mirov dibin xwedî nêrînên berfireh. Perwerde pêşxistina şexsê mirov e. Îradeya mirovan xurt dike. Bi rihekî hevpar jiyanek komînal tê avakirin. Ger perwerde tunebe mirov nikare xwe bi rêk û pêk bi rê ve bibin. Perwerde misogeriya pêşxistin û nûkirina jinê ye."