'Perwerde misogeriya pêşxistin û nûkirina jinê ye' 2018-12-12 12:06:25   Rûken Goman    GIRKÊLEGÊ - Jinên Akadimiya Star ên ku tevlî Dewreya Perwerdeya Şehîd Mediya Mava gotin:"Perwerde misogeriya pêşxistin û nûkirina jinê ye."     Li Akademiya Kongreya Star ya Bajarokê Rimêlana navçeya Girkêlegê ya Kantona Qamişloyê ji bo pêşxistina feraseta jina azad jin dewreya perwerdeyê a bi nave "şehid Mediya Mava" hat destpêkirin. Ev perwerde  bi tevlîbûna 23 jinên rêveber yên  meclisên Kongra Star û  giştî herêma Cizîrê hat destpêkirin.   Dewre di 29'ê Mijdarê de hatiye destpêkirin û dê 20 rojan bidome. Di nav perwerdeyê de dersên taybet yên tehlîlkirina şexsê jin û terzê rêveberiyê, dîroka jin, jineolojî,rastiya serokatî, dîroka jinên şoreşger tên dîtin. Jinên ku tevlî dewreyêbûne nêrînên xwe anîn ziman û bandora perwerdê li ser şexsê xwe nirxandin.   'Perwerde nûhkirine fikirê jinê ye'     Jina bi navê Nesrîn Dahir li ser giringiya  perwerdeyê û wiha dibêje "Di nav perwerdeyê de em gihîştin wê astê ku êdî em dikarin rêxistina jin û hereketa bi feraseta azad bi rê ve bibin. Bi zanebûn, fêmkirin,pirsgirêk çareser kirin û asta bilind ku jinê ji bo naskirina heqîqet û tekoşîna xwe bi dest xistiye gelek girîng e. Ji bo wê jî em dibêjin ku her çiqasî em xwe perwerde bikin em  zane dibin û fikirên xwe jî nûh dikin."    'Perwerde pêşxistina şexsê mirov e'    Jina bi navê Rodîn Isa jî wiha nêrîna xwe anî ziman û got:"Di perwerdeyê mirov dibin xwedî nêrînên berfireh. Perwerde pêşxistina şexsê mirov e. Îradeya mirovan xurt dike. Bi rihekî hevpar jiyanek komînal tê avakirin. Ger perwerde tunebe mirov nikare xwe bi rêk û pêk bi rê ve bibin. Perwerde misogeriya pêşxistin û nûkirina jinê ye."