Dewreya Perwerdeyê ya Şehîd Lêgerîn bi dawî bû

  • 14:00 10 Kanûn 2018
  • Rojane
KOBANÊ - Akademiya Şehîd Şîlan dewreya perwerdeyê ya ku di 10'ê mijdara 2018'an de dest pê kiribû, bi pîrozbahiyekê bi dawî kir.
 
Îro di saet 12'an de li Akademiya Şehîd Şîlan a Bajarê Kobanê ya dewreya perwerdeyê ya Kongreya Star ku 30 rojî dewam kir, bi pîrozbahiyekê bi dawî kir. 28 jin beşdarî perwerdeyê bûbûn. Di dewreya perwerdeyê de dersên wekî fikir û teorî, jineolojî hatibû dayin. 
 
Her wiha lîstika şanoyê ya derbarê tundiya li ser jinê jî hat lîstin. Stran hatin gotin û govend hat gerandin. 
 
Pîrozbahî bi belavkirina şêraniyê bi dawî bû.