Dewreya Perwerdeyê ya Şehîd Lêgerîn bi dawî bû 2018-12-10 14:00:45   KOBANÊ - Akademiya Şehîd Şîlan dewreya perwerdeyê ya ku di 10'ê mijdara 2018'an de dest pê kiribû, bi pîrozbahiyekê bi dawî kir.   Îro di saet 12'an de li Akademiya Şehîd Şîlan a Bajarê Kobanê ya dewreya perwerdeyê ya Kongreya Star ku 30 rojî dewam kir, bi pîrozbahiyekê bi dawî kir. 28 jin beşdarî perwerdeyê bûbûn. Di dewreya perwerdeyê de dersên wekî fikir û teorî, jineolojî hatibû dayin.    Her wiha lîstika şanoyê ya derbarê tundiya li ser jinê jî hat lîstin. Stran hatin gotin û govend hat gerandin.    Pîrozbahî bi belavkirina şêraniyê bi dawî bû.