Jinên Hesekê: Dîroka berxwedanê bi hêza jinê zindî dibe

  • 09:19 8 Kanûn 2018
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Jinên bajarê Hesekê derbarê çalakiya grevê ya parlementera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a ku ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin de gotin:"Leyla Guven sembola jina azad e, em ê heta dawî piştgiriyê bidin çalakiya wê."
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji ber tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Jinên Hesekê piştgirî dan Leylayê û gotin:"Leyla berdewamiya têkoşîna jinên leheng ên wekî Sakîne, Arîn, Barîn û Bêrîtanan e. Dîroka berxwedanê bi hêza jinê zindî dibe."
 
'Dîroka berxwedanê bi hêza jinê zindî dibe'
 
Jina bi navê Mehabat Şêx Seadûn berxwedana zindana silav kir û got:" Em ê heta dawî li berxwedana zindanan xwedî derkevin. Ji bo azadiya Reberê xwe em ê her li ser piyan bin. Leyla Guven sembola jina azad e, em ê heta dawî piştgiriyê bidin çalakiya wê. Leyla berdewamiya têkoşîna jinên leheng ên wekî Sakîne, Arîn, Barîn û Bêrîtanan e. Dîroka berxwedanê bi hêza jinê zindî dibe"
 
'Bi hêza jina azad bendên faşîzmê dê were hilweşandin '
 
Endama Şaredariya Gel a Taxa Şerqî, Hemdiya Musa Celîl diyar kir ku bi hêza jina azad bendên faşîzmê dê werin hilweşandin û wiha got:"Em dev ji çalakiyên ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bernadin û em ê her li ser piya bin. Heta ku zilm û zordestî biqedin em ê têkoşîna xwe bidomînin û piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven."