Jinên Hesekê: Dîroka berxwedanê bi hêza jinê zindî dibe 2018-12-08 09:19:13   Ronîda Hacî    HESEKÊ - Jinên bajarê Hesekê derbarê çalakiya grevê ya parlementera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a ku ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin de gotin:"Leyla Guven sembola jina azad e, em ê heta dawî piştgiriyê bidin çalakiya wê."   Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji ber tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Jinên Hesekê piştgirî dan Leylayê û gotin:"Leyla berdewamiya têkoşîna jinên leheng ên wekî Sakîne, Arîn, Barîn û Bêrîtanan e. Dîroka berxwedanê bi hêza jinê zindî dibe."   'Dîroka berxwedanê bi hêza jinê zindî dibe'   Jina bi navê Mehabat Şêx Seadûn berxwedana zindana silav kir û got:" Em ê heta dawî li berxwedana zindanan xwedî derkevin. Ji bo azadiya Reberê xwe em ê her li ser piyan bin. Leyla Guven sembola jina azad e, em ê heta dawî piştgiriyê bidin çalakiya wê. Leyla berdewamiya têkoşîna jinên leheng ên wekî Sakîne, Arîn, Barîn û Bêrîtanan e. Dîroka berxwedanê bi hêza jinê zindî dibe"   'Bi hêza jina azad bendên faşîzmê dê were hilweşandin '   Endama Şaredariya Gel a Taxa Şerqî, Hemdiya Musa Celîl diyar kir ku bi hêza jina azad bendên faşîzmê dê werin hilweşandin û wiha got:"Em dev ji çalakiyên ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bernadin û em ê her li ser piya bin. Heta ku zilm û zordestî biqedin em ê têkoşîna xwe bidomînin û piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven."