Li Kelarê mirina jinekê ya bi guman
- 12:06 1 Cotmeh 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Germiyanê jina bi navê H.M.W. bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da.
Li Navçeya Kelarê ya Herêma Germiyanê ya Başûrê Kurdistanê jina bi navê H.M.W. û 19 salî bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku H.M.W. dawî li jiyana xwe aniye. Her wiha hat diyarkirin ku H.M.W. ji mêrê ku pê re zewicî şîddet dîtiye loma mehek berê xwestiye ku ji malê veqete.
Rêvebira Navenda Têkoşîna li Dijî Şîddetê ya Li Ser Jinê Lemîe Mihemed derbarê bûyerê de wiha got:"Di nava H.M.W. û hevserê wê de nîqaş hebûn. Mehek berê vegeriyabû ma bavê xwe. Do bi şev dawî li jiyana xwe anî. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. Derbarê Dadgeha Kelarê de biryara binçavkirinê ya ji bo hevserê wê hatiye dayin. Lê heta niha nehatiye binçavkirin.