Li Endonezyayê hejmara miriyan bû 832
- 12:01 1 Cotmeh 2018
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Girava Sûlawesî ya Endonezyayê erd hejiya û tsûnamî çêbû. Derket holê ku hejmara miriyan bûye 832.
Hate ragihandin ku di erdhej û tsûnamiya Girava Sûlawesiyê de hejmara kesên mirî bûye 832.
Rayedaran diyar kirin ku heta niha nasnameya gelek kesan hatiye diyarkirin.
Rayedaran diyar kirin ku li herêmê elektrîk qut bûye û di warê sotemenî, av û xurekan de astengî hene.
Hate diyarkirin ku Serokê Dewletê Joko Wîdodo ew ê îro biçe herêmê.
10 kîlometreyan binê erdê bi pîleya 7,7 erd hejiyabû. Tsûnamiya 3-6 metreyan jî li bajarê Donggala û Palûyê dabû.
Li Girava Lombokê di dawiya Tîrmeh û serê Tebaxê de bi pîleya 6,3 û 6,9 erdhêj çêbûbûn. Di van erdhejan de 563 kes miribûn