Wefa Hisên: Tevlibûna jinan a Konferansa Kantona Şehbayê girîng bû
- 09:06 1 Cotmeh 2018
- Rojane
Ferîde Zade
ŞEHBA- Hevseroka Meclîsa Kantona Şehbayê Wefa Hisên derbarê Konferansê 3’emîn a Kantona Şehbayê de diyar kir ku tevlîbûna jinan di Konfiranisê de gavek mezine ji bo tevahî jinên Şehbayê.
Hevseroka Meclisa Kantona Şehbayê Wefa Hisên derbarê Konferansa 3'emîn a Kantona Şehbayê de ku 150 delege ji hemû meclisên komunan ên Şehbayê tevli bûn de nirxandin kir û got ku tevlibûna jinanên Şehbayê ya konfernasê gelek girîng bû.
Wefa di dest pêkê de Konferansa 3’emîn a Kantona Şehbayê li Rêber Apo, cangoriyên azadiyê û li tevahî gelên li Şehbayê pîroz kir û di berdewamiya axafitina xwe de wiha got:" Piştî 9 mehan bi armanca nîqaşkirina rewşa siyasî ya salekê, rewşa rêxistinî, rexine û rexinedayîn, kar û asta xebatan me ev konfiranis bi beşdarbûna hemû endamên meclîs û komînan û bi tevlîbûna hejmarek mezin a jinên Şehbayê li darxist. Tevlibûna jinan şehbayê ku bi hişmendiya pergala baviksalar dihatin astengkirin hêzek mezin da me. Lê tevlibûna wan nîşaneya ku xwe ji zincîrên koletiyê rizgar kirine ye."
'Jin bi awayê rêxistinî tevdigerin'
Wefa di dirêjiya axaftina xwe de anî ziman ku tevlibûna jinan a konferansê jî nîşan dide ku nirxandinên siyasî, rewşa rêxistin û rexnedayîn ku li fikir û felsefeya Rêber Apo ji jinan re hat dayîn bandoreke erênî li ser hişmendiya jinê kiriye û ji ber vê ye ku îro jin bi hejmareke mezin tevli civîn û konferansan dibin.
'Projeya neteweya demokratîk jinan bi pêş dixe'
Wefa wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev konferan divê ji zûve bihata lidarxistin. Lê ji ber rewşa şer û pêvajoya heye ev demek dirêje ku konferans nehat lidarxisitn. Lê li gel hemû nebesî û rewşa siyasî jinên Efrînê bi tevlibûna xwe nîşan dan ku ew li gorî Projeya Netewa Demokratîk tevdigerin."