'Pêşengtiya jinê di Şoreşa Rojava de dîrok nivîsand'

  • 09:04 1 Cotmeh 2018
  • Rojane
Lîlav Elî
 
ŞEHBA - Jinên kurd ku li ser serkeftina Şoreşa Rojava nirxandin kirin wiha gotin: "Çawa ku Arîn Mîrkan li Kobanê canê xwe feda kir û ji cîhanê re îsbat kir ku tu kes nikare hêza jina kurd bişkîne li Efrînê jî Barîn Kobanê û Avêsta Xabûr bûn mînaka Arîn Mîrkan a berxwedanê."
 
Endama Koordînasyona Kongireya star Eyşe Xezine û Berdevka Komîteya Jinê ya Herêma Efrînê Şêrîn Hesen ji ajansa mere pêşengtiya jin di Şoreşa Rojava û berxwedana serdemê de nirxandin. Jinan diyar kir ku Şoreşa Rojava a di pêşengitiya jinê de hat kirin mînakên wekî Arîn Mîrkan derxistin holê û pêşengtiya jinên Efrînê jî di berxwedana serdemê de destanên zêrîn nifîsandin."
 
Endama Koordînasyona Kongireya star Eyşe Xezine diyar kir ku çawa jin bû pêşenga Şoreşa Rojava di berxwedana serdemê de jî bû pêşeng û wiha got:" Her tim ya ku nîvê civakê bi rêve dibe jin e. Ji ber ku ya zarokan xwedî dike ew e, bi keda destê xwe tiştan diafrîne û karê aborî dike jî ew e.  Piştî Şoreşa Rojava êdî jinan civak bi temamî bi rê ve bir. Jina ku Felsefeya Rêber Apo xwe û dîroka xwe naskir, fêr bû ku ew ê çawa têkoşînê bide."
 
'Jinên kurd bi berxwedana xwe cîhan hejandin'
 
Eyşeyê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku mînaka wan jinan jinên Efrînê ne û wiha dirêjî da axaftina xwe:" Jina kurd bi îradeya xwe û pêşengtiya ku da nîşandan tevahî cîhan hejand. Ji ber ku jina kurd di hemû qadên wek qada Civakî, Siyasî, diplûmasî û di saziyan de xwe birêxistin kir êdî li hember dijminê xwe têkoşînê dide û ji aliyekî ve jî zarokên xwe feda dike."
 
Eyşe di nav gotinên xwe de anî ziman ku çaawa  Arîn Mîrkan li Kobanê canê xwe feda kir û ji cîhanê re îsbat kir ku tu kes nikare hêza jina kurd bişkîne li Efrînê jî Barîn Kobanê û Avêsta Xabûr bûn mînaka Arînê û wiha berdewam kir: "Dewleta tirk û komên çete ên girêdayî wê ji dema ketine Efrînê bi êrîş û propogandeyên xwe dixwezin hêza jinê bi çûk bikin û îradeya wê biçewsînin.  Lê li hember hemû kiryarên qirêj jinên Efrînê dev ji tekoşîna xwe bernedan û heta niha jî li ser piyan e."
 
'Efrînê wekî bajarê jinan dihat naskirin'
 
Berdevka Komîteya Jinê ya Herêma Efrînê Şêrîn Hesen jî axivî û diyar kir ku di ser Şoreşa Rojava re 7 sal derbas bûn û di nava van  7 salên derbas bûyî yên şoreşê de hijmarek mezin ji jinan di qadên jiyanê de rola xwe nîşandan.  Van jinên ku di hemû qadan de rola xwe lîstin bi tayebet jinên Efrînê bûn. Ji ber ku jinan li Efrînê di hemû qadan de rola xwe dilîst û dibû pêşenig,  Efrînê wekî bajarê jianan dihat naskirin. Ji ber ku jinên Efrînê xwedî Projeya Netewa Demokratîk bûn û li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe perwerde dikirin, di encma wan perwerdeyan de jinên Efrînê di berxwedana serdemê de jî bûn pêşeng."
 
'Bûn pêşengên jinên cîhanê'
 
Şêrînê axaftina xwe wiha berdewam kir: " Di berxwedana serdemê de jinan pêşenigtiya qada siyasî, leşkerî û civakî  bi hev re dikir û ji ber ku jin di Efrînê de dîroka xwe naskir, gihêşt asta ku karibe bê zarok bijî  lê bê ax û azadî nejî.  Van jinan di berxwedana serdemê de kêlî bi kêlî dîroka azadiya jinê dinîfisandin û bi berxwedana xwe bûn pêşenigên hemû jinên cîhanê."
 
Şêrînê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dewleta tirk a dagirekr û tehemûlî berxwedana jinên rojava nekir bi hevkariya hêzên navneteweyî komployek qirêj çêkir û bi êrîşên xwe yên hovane Efrînê dagir kir. LêJinên Efrînê ji hemû dewletên dagirker re îsabt kir ku tu hêz nikare îradeya jinên kurd bişkînine. Jinên ku li Efrînê pêşengtî kirin îro li Kantona Şehbayê berxedana xwe berdewam dikin û ji bo rizgarkirina Efrînê pêşengtiyê dikin."