Jinên Wanê bertek nîşanî ferzkirina cerdevaniyê dan!
- 09:02 1 Cotmeh 2018
- Rojane
Zeynep Durgut
WAN - Polîtîkaya salên 90 li Kurdistanê çi bû niha jî li Kurdîstanê heman polîtîka tê meşandin û bi taybetî cerdevanî tê ferzkirin. Jinên ku di salên 90'î de bi heman ferzkirinê re rû bi rû man bang li tevahiya kurdan kirin ku bêrûmetiyê qebûl nekin.
Ji roja ku Komera Tirkiyeyê hatiye damezrandin heta roja îro û bi taybetî ji salên 90'î virde polîtikatayên tunekirinê yên li ser gelê kurd berdewam dikin. Hikûmeta ku bi taybetî jî li hemberî gelê kurd şerê tunekirinê daye destpêkirin, bi rêya fihûş, sîxurî, tiryak û cerdevaniyê hewl dide Gelê Kurd ji holê rake. Tirkiyeya ku li kiriyarên xwe yên dijmirovî yên li ser Gelê Kurd roj bi roj zêde dike bi taybetî li bakurê Kurdistanê lez daye xebatên cerdevaniyê. Kampanyaya komîsyona Cerdevaniyê ya Walîtiya Wanê bi dirûşmeya ‘Ma tu dê heta sax bî şivantiyê bikî? Nebe şivan, bibe cerdevan’ kampanyaya cerdevaniyê li navçeya Wanê a Payîzava û Artemetê daye destpêkirin. Welatiyên ku di salên 90'î de ji aliyê dewletê ve bi darê zorê cerdewanî li wan hat ferzkirin û cerdevanî qebûl nekirîn, bertek nîşanî vê kampanyayê dan û gotin ku ew ê tu car bêrûmitiyê qebûl nekin.
'Em nabîn amûrê bêrûmetiyê'
Ji jinan Havva Kurt anî ziman ku wan di salên 90'î de zilma herî mezin dît û got ku wan dîsa jî cerdevanî qebûl nekirin û wiha axivi;" Rojekê serê sibehê hikûmetê bi ser gundê me de girt. Di serdegirtinê de jî bi taybetî jin hatin hedefgirtin. Jin ji ser û lingên wan bi hewa v daliqnadin. Gotin ku gund vala bikin an na em ê zerarê bidin jinan. Me ji mecburî zom vala kir. Me berdan û zarokên me tev tazî û pêxas em ketin ser riya çiyan û em ji vê zilmê reviyan. Em sê rojan birçî, tî li çiyayan man. Leşker ketin zomê. Piştî demeke dirêj şûnde destûr dan û em derbasî zomê bûn. Gava em vegeriyan zomê li me cerdevanî fer zkirin û gotin 'Yan hûn ê bibin cerdewan, yan jî hûnê gund vala bikin.' Me qebûl nekir, me got em rûmeta xwe nafiroşîn, em ê çawa xwe rûreş bikîn. Piştre hevjînên me dan ber îşkenceyê. Lê me dîsa jî qebûl nekir vê carê jî gundê me şewitandin lê me dîsa jî qebûl nekr û em ji bo nebin cerdevan ji gund dederketîn. Niha kampanya dane destpêkrin, me di salên 90'î de cerdevanî qebûl nekir em niha jî qebûl bikîn. Ji ber ku bêrûmetî nayê qebûlkirin û Em nebîn amûrê bêrûmetiyê. "
'Emê nebîn hevkarên zilmê û zordestiyê'
Xemê Aslan jî bal kişand ser ferzkirina cerdevaniyê û got ku wan li hemberî ferzkirina cerdevaniyê di salên 90'î de gundê xwe terik kirine û wiha got:" Di salên 90'î de her tim bi ser gundên me de digirtin û êrîş dikirin. Her roj li derekê dengê qêrînekê dihat. Her roj cendirme û hêzên taybet li malên me lêgerîn dikirin. Li gorî wan ji ber ku em kurd bûn, zilm ji me re ferz bû. Bi vê hişmendiyê nêzî kurdan dibûn. Her êrîşêke li ser gundan şîkenceyek bû. Cerdevanî li me ferz dikirin, me qebûl nekir û em derbasî bajêr bûn. Em ji ber zilma dewletê reviyan. Dewletê dixwast bi ferzkirina cerdevaniyê me bike hevkarê zilmê û bêrûmetiyê. Lê me cerdevanî qebûl nekir. Niha jî kampanya dane destpêkirin, dibêjin bibe cerdevan. Ev li hemberî tunekirina nasnameya kurd êrîşek e. Dubare ew zilm pêk were em ê dîsa jî qebûl nekîn. Em ê nebîn hevkarên zilmê û zordestiyê. Bila tu kes jî cerdevaniyê qebûl neke û nebin kujerên xwişk û birayên xwe."
'Em ji birçîna bimirin jî em cerdevaniyê qebûl nakin'
Gewrê Guzel jî nêrazîbûn nîşanî kampanyaya cerdevaniyê da û got ku divê Gelê Kurd van pêkûtiyên dewletê qebûl neke û wiha domand:" Gava ku em li gund dijiyan, me bê yî ku em bibin cerdevn jiyana xwe pir xweş domand. Lê bi zordardarî dixwastin, cerdevaniyê bi me bidin qebûlkirin. Me bi ked û xebata xwe plana dewletê ya ku kurdan bi kurdan dide kuştin vala derxist. Niha jî bi birçîbûnê dixwaze Gelê Kurd terbiye bike û cerdevaniyê li me ferz dike. Em bizanibîn ku em ê ji birçîbûna bimrîn em ê cerdevaniyê nekîn."