ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2018'AN
- 09:00 1 Cotmeh 2018
- Rojev
*Jinên kurd ku li ser serkeftina Şoreşa Rojava nirxandin kirin wiha gotin: "Çawa ku Arîn Mîrkan li Kobanê canê xwe feda kir û ji cîhanê re îsbat kir ku tu kes nikare hêza jina kurd bişkîne li Efrînê jî Barîn Kobanê û Avêsta Xabûr bûn mînaka Arîn Mîrkan a berxwedanê." DÎMEN HEYE
*Polîtîkaya salên 90 li Kurdistanê çi bû niha jî li Kurdîstanê heman polîtîka tê meşandin û bi taybetî cerdevanî tê ferzkirin. Jinên ku di salên 90'î de bi heman ferzkirinê re rû bi rû man bang li tevahiya kurdan kirin ku bêrûmetiyê qebûl nekin. BI DÎMEN
*Hevseroka Meclîsa Kantona Şehbayê Wefa Hisên derbarê Konferansê 3’emîn a Kantona Şehbayê de diyar kir ku tevlîbûna jinan di Konfiranisê de gavek mezine ji bo tevahî jinên Şehbayê. DÎMEN HEYE
*Li MA Musîc a ku perwerdeya muzîka bi Kurdî dide û rastî eleqeyek mezin a zarokan tê dema nû ya qeydan dest pê kir. Sarya Yîgît bang li ciwanan kir û got ku ew li hêviya hemû kesî ye ku werin qeyda xwe çê bikin. DÎMEN HEYE
*Hemû tişt ji ber zêdebûna dolar ji sedî 50 buha bûne û bi vebûna dibistanan re jî malbat ketin zehmetiyê. Malbat diyar dikin ku ew nikarin alavên zarokên xwe yên dibistanê êdî bistînin. DÎMEN HEYE
*Seroka ÎHD’a Stenbolê Parêzer Gulseren Yolerî diyar kir ku biryara DMME’ê ya derbarê Abdullah Ocalan de di alî edalet û mafê mirovan de biryarek şaş e û wiha got: “Me dipa ku biryarek li alî mafê mirovan bihata dayîn. DMME ji mafê mirovan dûr dikeve û berjewendiyên dewletan li ber çavan digire.”
*Seroka Odeya Mîmaran a Enqereyê Tezcan Candan diyar kir ku erdê ODTU’yê ji bo 49 salan dewrî KYK’ê hatiye kirin û ev jî ji ber rola wê ya pêşeng a kevneşopî û cih pêk tê. Tezcanê da zanîn ku KYK bi îdeolojiya xwe wê hawirek pevçûnê li ODTU biafirîne. BI DÎMEN
*Li gundê Cîfaneyî ya ji ava Cudî xwedî dibe, gel dest bi rakirina berhemên xwe kir. Gundiyên sebze û fêkiyên xwe kom dikin, hişk dikin û yên zêde jî bi malbatên ku baxçeyên wan tune ye re parve dikin.DÎMEN HEYE