Li Manîsayê jinek hat qetilkirin

  • 08:51 1 Cotmeh 2018
  • Rojane
MANÎSA - Li Salihliyê mêrê bi navê Yaşar U. jina bi navê Khomedova Mekhriboni qetil kir.
 
Li Navçeya Salihliyê ya Manisayê mêrê bi navê Yaşar U. jina ji Ozbekistanê ya bi navê Khomedova Mekhriboni (33) bi giranî birîndar kir. Li ser îxbara kesên ku dîtin polîs û ekîbên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û dîtin ku Khomedovê ji cihên xwe yên cuda hatine birîndarkirin. Khomedovayê ji ber ku xwîn zêde winda kir jiyana xwe ji dest da. 
 
Cenazeyê Khomedovê piştî lêkolîna li cihê bûyerê rakirin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Salihliyê. Mêrê ku Khomedovê qetil kir hat binçavkirin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.