Gelê Şehba û Efrînê rêveberiya xwe ya nû hildibijêrin

  • 19:25 30 Îlon 2018
  • Rojane
ŞEHBA - Qantona Efrîn û ya Şehbayê ji bo ku rêvberiya xwe ya nû hilbijêrin li Kampa Serdemê çûn ser sindoqan.
 
Di encama Konferansa Rêxistinkirinê ya Gelê Efrînê û Konferansa li Şehbayê de li ser pêşniyarên ku hatin kirin gelê Efrîn û Şehbayê li Kampa Serdemê ya li Şehbayê çûn ser sindoqan û rêveberiya xwe ya nû hildibijêrin. Beriya hilbijartinê civîneke berfireh bi tevlibûna nûnerên Kurd û ereb hat lidarxistin. Piştî deqeyek rêzgirtinê ji aliyê Hevseroka Federasyona Bakurê Sûriyeyê Hediye Yusu axivî.
 
'Li ser pêşniyaran em çûn hilbijartinê'
 
Hediye diyar kir ku piştî nîqaş û pêşinyarên ku di konfiranisa rizgarkirina Efrînê û rêveberiya Kantona Şehbayê de hatîn kirin  wan pêwistî dîtiye ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk were hilbijartin. Hediye di berdewamiya axaftina xwe de got;" Di nav hemû zor û zehmetiyên ku tê jiyîn de û dagirkeriya li Efrînê her wiha ji bo parastinê,konferansek berfireyh li darxistin û ji bo ku hilbjaritn demokrat û wek hev bin bi tevlîbûna hemû Pêkhateyan em diçin hilbijartinê. " 
 
Piştî axafitnan ji Şehba û ji Efrînê 200 namzedên ku ji 200 kesî pêk tên xwe dan naskirin.
 
Piştre hilbijartin hat destpêkirin. Li bendê ye ku lijneya bilind a hilbijartin di seaetên pêş de encamên hilbijartinê aşkera bike. 
 
Rêveberiya nû ku wê bê hilbijartin 24 kes wê ji Şehba û ji Efrînê li Rêveberiya Xweser a Demokratîk de cih bigirin.
 
Di nava van rêveberiyna de wê komîteyên tendirustî, Maliye, Ciwanên Şoreşger, Qada Civakî, Saziya Malbatên Şehîdan, Çand û Huner û Komîteya Meclisa Jinan bê hilbijartin.