Li Kandrayê jinên girtî hatin îşkencekirin
- 15:31 30 Îlon 2018
- Rojane
KOCAELÎ - Buroya Hiqûqê ya Gel, diyar kir ku hin muwekîlên wan ên li Gitîgeha Tîpa F ya Kandrayê dimînin bi derbkirin sirgûnî gitîgehên din hatine kirin.
Buroya Hiqûqê ya Gel (HHB) di daxuyaniya ku li ser hesabê xwe yê Twîtterê da de diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa F ya Kandrayê girtiya bi navê Aysu Baykal bi derbkirinê sirgûnî girtîgeheke din kirin, girtiyên din jî hatine îşkencekirin û tehdîtkirin.
Buroya Hiqûqê ya gel di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: "Muwekîla me Aysu Baykal ku li girtîegeha Kandrayê ya Hejmar 1 a Tîpa F dima bi îşkenceyê sirgûnî Girtîgeha Sîlîvriyê hatiye kirin, muwekîlên me yên din jî hatine îşkencekirin û ji aliyê gardiyanan ve hatine tehdîtkirin. Îşkence sûcê mirovahiyê ye!"