Hejmar 25'emîn a Kovara Modernîteya Demokratîk derket
- 15:02 30 Îlon 2018
- Rojane
STENBOL - Kovara Modernîteya Demokratîk bi hejmara xwe ya 25'emîn bi manşeta ‘Civaka Exlaq û Politîk’ derket.
Kovara teorî û fikrê Modernîteya Demokratîk ku ji 3 mehan carekê derdikeve hejmara 25’emîn bi manşet “Civaka Exlaq û Politîk” derket. Kovar li pirtûkxaneya Lîlav, Kirmizi Kedî, Mephîsto tê firotin.
Di vê hejmara kovarê de Alî Firat, Dîlzar Ayintap, Nesîmî Aday, Abdullah Çelîk, Alî Sînemîllî, Îshak Ayberguler, Cîhan Eren, Abdullah Demîr, Mahîr Tûnç, Yaşar Kirmizi, Engîn Elbîstanli, M. Aydin Sogut, Engîn Atabey û Mahmût Yamalak jî di nav de nivîsên gelek nivîskaran heye.
Kovar bi nivîsa Alî Firat “Civaka Exlaq û Polîtîk’ dest pê dike.