Konferansa Meclisa Ciwanan a HDP'ê dest pê kir
- 14:07 30 Îlon 2018
- Rojane
AMED - Meclîsa Ciwanên HDP'ê ya Amedê, li Salona Vedat Aydin a Konferansê ya HDP'a Amedê dest bi “Konferansa Em xwe bi rêxistin bikin azad bibin" kirin. Ciwanan di konferansê de bal kişand ser têkoşîna bi rêxistin û diyar kirin ku dê bi têkoşîna yekbûyî Rojhilata Navîn Azad bikin.
Meclîsa Ciwanên HDP'ê ya Amedê, li Salona Vedat Aydin a Konferansê ya avahiya HDP'ê ya Amedê “Konferansa Em xwe bi rêxistin bikin azad bibin" li dar xistin. Bi sedan ciwanên ku ji bajarên herêmê hatin û tev li konferansê bûn, li salonê amade bûn. Dîsa parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun, Semra Guzel û Dersim Dag, Nûnerên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Xizmên Kesên jiyana xwe ji dest daye ya Mezopotamya (MEYA-DER) ya bi KHK'ê hatibû girtin, Meclîsa Dayikên Aştiyê jî tev li konferansê bûn. Ciwan li salonê wêneyê siyasetmedara kurd a li Parîsê hat kuştin Leyla Şaylemez, Umît Acar ê li Almanya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir û jiyana xwe ji dest da, wêneyê Hevserokê Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç ku di qedexeya kolanan a Cizîrê de jiyana xwe ji dest da, ji 4 pêşengên PKK’ê Ali Çiçek dê di rojiya mirinê de li Zindana Amedê jiyana xwe ji dest da dahiqandin. Dîsa pankartên “Berxwedan serkeftinê tîne" “Têkoşina hevpar a ciwanan dê Rojhilata Navîn azad bike" vekirin.
Şerê taybet hat niqaşkirin
Konferansê bi rêzgirtin û sirûda “Çerxa Şoreşe” dest pê kir. Piştre metnê konferansê yê ku ji aliyê ciwanan ve hatibû amadekirin hat xwendin. Di metên ku hat xwendin de bal hat kişandin ser şerê taybet ê li Kurdistanê tê meşandin û wiha hat gotin: "Pergal dixwaze ciwanan bike koleyê xwe û ji hemû maf û nirxê xwe dûr bixe. Ji ber vê şerekî bê qûral tê meşandin. Bi şerê taybet civakê dikin armanca xwe. Li dijî hemû nirxên civakê şerekî taybet heye. Civakek ku hêzên wê yên dînamik tune be, pêşeroja wê civakê nabe. Dixwazin ciwanan ji cewher û hêza wan dûr bixin. Zextên dewletê yên li ser ciwanan her ku diçe bêtir kûr dibin û berdewam dikin. Pergala Kapitalistê hemû laşê civakê perçe dike û êrîş dike."
Di konferansê de bal hat kişandin ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û hat xwestin ku Abdullah Ocalan demek berî demekê azad bibe. Pîtî metnê ku hat xwendin sînevîzyoneke kurt hat nîşandan.
Konferans piştî navberdayîna nîvro bi axafitinan tê berdewamkirin.