Li Qoserê navên kurdî yên taxan hatin guhertin

  • 09:49 30 Îlon 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê navê 3 taxan ên ku bikurdî bûn ji aliyê qeyûmê ku tayînî şaredariya DBP'ê hatiye kirin ve hatin guhertin.
 
Piştî ku qayim tayînî Şaredariyên DBP’ê hatin kirin gelek sazî û dezgeh ên ji aliyê şaredariyan ve hatibûn vekirin hatin girtin û yên mayî jî navên wan hatin guhertin. Qeyûmê ku tehemûlî kurdî nake niha jî li Qoserê berê xwe daye tabelayên taxan û çi taxên ku navên wan bi kurdî hatine nivîsandin diguhere. Qeyûm Ahmet Odabaşi ku tabelayên bi kurdî datîne û yên bi tirkî li dewsa wan bi cih dike herî dawî navên 3 taxên Qoserê yên bi kurdî guhetin û li şûna wan yên bi tirkî bi cih kirin.  
 
Navên taxan ên hatine guhertin wiha ne: Taxa Berçem -Şahkulubey, Aştî - Yenîkent, Medya -  Selahattîn Eyyubî ye .