Eren Keskîn:DMME’ê ne li alî hiqûqa gerdûnî li alî dewletane

  • 09:05 30 Îlon 2018
  • Rojane
ÎZMÎR - Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn diyar kir ku DMME’ê biryara der barê Abdullah Ocalan de daye li gorî dewletan daye û got: “DMM ne li alî hiqûqa gerdunî li alî dewletan e.”
 
Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn biryara redkirina serlêdana parêzeran a ji bo îşkence û pêkanînên dıjmirovî yên li ser Rêberê PKK’ê Abdllah Ocalan ya DMME’ê nirxand û da zanîn ku ev biryara hatiye dayîn li dij hiqûqiyê ye û siyasî ye.
 
‘Tecrîd bixwe îşkence ye’
 
Erenê bi lêv kir ku DMME ev demek dirêje îmajek li alî dewletan nîşan dide û got: “Heta niha hemû serlêdanên der barê geşedanên li Kurdistanê hatine kirin de bê encam mane. Biryarên der barê Abdullah Ocalan de hatine dayîn jî polîtÎk in. Tecrîd bi tena serê xwe îşkence ye. Em tenê tecrîdê li ber çavan bigirin divê DMME’ê biryara red nedana.”
 
‘Emê têkoşîna hiqûqî bimeşînin’
 
Erenê di berdewamkirinê de destnîşan kir ku biryara hatiye dayîn carek din nîşan dide ku hiqûq çawa pêk tê û got wan di salên 90’î de biryarên baştir dîtine. Erenê wiha bi dawî kir: “Parêzvanên mafê mirovan ne li aliyekî DMME’ê ne. Ne li dora merciyên darazê ne. Di nav wan de cezakirinek tune. Lê em her tim neheqiyan û biryarên şaş tînin ziman.Em bi hiqûqnasên Ewropayê re jî hevdîtinan dikin. Ew jî nerazîbûnê nîşan didin. Emê di vê qadê de têkoşîna xwe bidomînin.”