Dayikên Şemiyê: Ev edaletek çawa ye?
- 14:02 29 Îlon 2018
- Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 705'emîn de jî hatin astengkirin û li ber Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî da. Dayika Şemiyê Hanife Yildiz pirsa "Ev edaletek çawa ye" kir û got "Lawê min bidin min."
Dayikên Şemiyê di hefteya 705'emîn de jî hatin astengkirin û li ber Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî da. Polîsan bi mertalan pêşiya Dayikên Şemiyê girtin. Polîsan ji rojnamegeran re jî astengî derxistin.
Li ser navê komê ji Mirovên Şemiyê Besna Tosun daxuyanî da. Besnayê da zanîn ku çalakiya Dayikên Şemiyê cara 6'emîn hatiye astengkirin û got ku pêkanîna ne li gor Peymana Mefên Miorvan a Ewropayê ye.
Çîroka Abdulmecit Baskin ê ku hat windakirin hat xwendin
"Abdulmecit Baskin 41 salî û bavê 3 zarokan bû. Abdulmecit li Mudurê Altindaga Enqereyê bû. Di 2'ê Mijdara 1993'an de li Enqereyê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. 2 roj şûnde cesedê wî li Golbaşiya Enqereyê hat dîtin."
'Komkujî hat îtirafkirin'
Besnayê da zanîn ku hemû serlêdanên wan bê encam maye û got:"Di dîroka 26'ê Adara 2011'an de polîsê tevgera taybet Ayhan Çarkin li gor îfadeya ku dabû Dozgeriya Komarê ya Stenbolê anîbû ziman ku Abdulmecit Baskin bi fermana Serokê Daireya Taybet Îbrahim Şahin hatiye binçavkirin. Her wiha anî ziman ku Abdulmecit Baskin ji aliyê Ziya Bandirmanoglu û Ayhan Akçay ve hatiye kuştin."
Besnayê da zanîn ku di dosyaya Abdulmecit de tu pêşketin çê nebûye.
Hanîfe Yildiz isyan kir
Piştî daxuyaniya Dayikên Şemiyê Hanife Yildiz isyan kir û got:"Ev edaletek çawa ye? We got lawê te li Îsrailê ye. Wê demê bibînin û bînin. Ez lawê xwe dixwazim."
Çalakiya Dayikên Şemiyê ya vê hefteyê di nava mertalên polîsan de bi dawî bû.